min ẍemim hergîz ẍemawî kar û pîşem her ẍeme

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  423 Dîtin
min ẍemim hergîz ẍemawî kar û pîşem her ẍeme
bo hejarîm dił betawim ẍeyrî zułf û pêçeme
min ẍemim xward û ẍemîş xwênî cigermî xwardewe
takû sed sałî binûsim qed xelas nabî û keme
’almêke ders ełê pêm takû mirdin feqêm
şew ke dahat giř esênê û ta seḧer dê laleme
min lenaw kotî feqîrî û duşminanîş pêm dełên
to řeş û řût û nezanî dîn û dinya min heme
serwetî xwarît lebo xot řûspî nawizg řeşî
fils û dînar dînî toye dîn û dunya min heme
ḧezret defermuwê emanen çaktirînî ometim
dejîn be řencî şan û pîl ew ke nizîkin leme
samîNasnava edebî zîndanî ẍemanim yařesułułła dexîl
to perîşanim dezanî boçî fîkirim demdeme