bê ḧesîr û bê balîn lebo leyla binałîn

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  467 Dîtin
bê ḧesîr û bê balîn lebo leyla binałîn
çi ’eqlêke mał wêran birsî cemê sawarîn
besye cehil hetakey yadî mirdin bo nakey
ya beḧeq biřwa nakey xot îslaḧî dunya key
bo xot fîkirî xuda key meylî darî beqa key
řû wergêre bo çakey
dunya her bo to nabê hetakey wa řîswa bî
derd bê derman ça nabê boçî îşt sawa bî
musteḧeqî ’ezabî wexte xurşîd awa bî
nakey çarey çira key
ca řû bike peşîmanî lenaw bergî însanî
be kirdewey cwanî leser emrî qur’anî
samîNasnava edebî eger nazanî boxot were meydanî
’îlim le dest û pa key