celladî bit û esnam çend sefer çû lebo şam

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  479 Dîtin
celladî bit û esnam çend sefer çû lebo şam
carî axîr geřawe, kewte fîkir bo encam
ḧubbî xoy degořyewe, legeł xedîcey temam
çû bo eşkewtî ḧîra, tarîy pêşanda ’ellam
bo xelasî řêy kufir, nekirê le beyt wilḧeram
cubrîl hate xizmetî ke qasîd bû bo kelam
destî kird be teblîẍat lebo terîqî îslam
destî men’î dirêj kird naw ’umerKes kuřî huşam
sebrî girt lejêr ’ezab le manî sucde û qyam
întîzarî weḧî bû ya wergirtin be îlham
xuda nesretit eda leser kuffarî nefam
ełła fermûy wesicdu sucdey biben bebê sam