weswesey şeytanî weswesêkî ze’îfe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  472 Dîtin
weswesey şeytanî weswesêkî ze’îfe
le qewlî řebul’îzet werman girtuwe xefîfe
duşminî gewrey însan nefsî xebîs û pîse
neken bibin be koyle û nokerî ew xebîse
wesweseyî însanî weswesêkî gewreye
xo pařêz lelay xuda elḧeq saḧîb behreye
nabê hîç lêy emîn bîn kem û zorî mutleqe
çunkî fîkirî nefsî pîs leser fîtne û naḧeqe
ademîzadî şeytan karî çonewçon deka
pîşey daymî waye qisan deynît û deba
pêyan degotrê nemîm ademîzadî dû řû
ya xerîkî buxtanin ya karî pîs û bed xû
le sûřetî «qil a’uz»Erebî îşaretyan dedrêtê
emrî xudaş wehaye nabê gwêyan bidrêtê
ewanen be şeytanî ke ‌îman û dîn berin
eger gwêyan nedeynê diroznî xo win kerin
řêy şeytanî xoş deken ta le fikirman çê řeḧman
ewa başman pîşan dan qîsmî îns û hendê can
herçî samê bikatin xoyan lê deparêzî
beheşt baweşî girtuwe xoy bawête amêzî