lew deqîqey hate dunya ḧezretî fexrul’ereb

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  447 Dîtin
lew deqîqey hate dunya ḧezretî fexrul’ereb
ateşî xakî îran û taqî kîsra el’eceb
nar kujawe taq şeqî bird kewte nirke û têk şikan
emîranî turk û îran û ’îraqî pak pisan
kor dezanê îşî ewha nabê wełła bê semer
her xuday ’erşî ’ezîm bû pêy gutî şeq key qemer
pêy gutî heste û řesułî bîde mijdey cennetan
fexrî însan û ecne û tacî ře’sî ḧîkmetan
bo çendî to bû wek fîle xalqî ’erşî ’ezîm
sardî kird agir lebo wî emma sardêkî selîm
tu beser samî nemabûy hate lay to cibře’îl
emrî ełłaye ke fermûy bême lay to bo delîl
to be sersam net’ezanî çon bidey mijdey beqa
panze řojan întîzar bûy takû bot hat û zuḧa
’alem û adem ke zanî toy ḧebîbî xway mezin
hatye kêşanî mesîḧ û kewtîye mîzanî wezin
her xuda bû toy be qursî xiste erz û naw dema
pêy terazut kewte erz û řoyî ’îsa bo sema
her xuda bû bo me’înit bûy be fexrî îns û can
nesretîşî bo henardî ta serkewê bo cîhan
be omet samîNasnava edebî qebûl ke ew feqîrî wa hejar
řût û bê řû kewte serxak çawî lête û întîzar