pehlewanêkim emma pehlewan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  541 Dîtin
pehlewanêkim emma pehlewan
tûşî hîç nabim xom û nawçewan
pehlewanêkim natirsim le şew
lenaw doşega pirx û hořî xew
bo şeř xeyałî her min dilêrim
le lê neqewman be şêr dewêrim
katî řojhełat le xew hełdestim
heta çeştengaw xeyałî û mestim
paşî qawełtî deçim bo bazař
carêk nanořme hetîw û hejar
le swarî temaḧ ’ecîb swarêkim
bo ademîzad wek řeşmarêkim
bo xohełkêşan herwekû bulbul
xyanet ekem lesayey qişpil
le pêşî ’alem daym le zîkirim
xwanasî qelbî nayete fîkirim
tesbîḧatî nwêj beřoj şewê
bo mexsûdî wey dinyam dest kewê
bezar û ziman kake gyan dekem
însan bebê deng tûşî zyan dekem
takû bimden řêge û meydanî
minim fîtneçî le pêş nezanî
hî pêy newêrim her nefsî xome
carêkî bo xom xom nakem lome
da’im ḧewle dem lebo tarîkî
boçî natirsim sałî carêkî
denořme însan zor bebçûkî
ledestî xome giran û sûkî
ewca bizanin emin çend azam
lebo îş têk dan çende şarezam
carê bo zanîn gwêm neda qur’an
ta řeḧmim pêka xway ’ezîm û şan
lew xwaye gewre samêkî nakem
çî bixiwênmewe e’malî çakem