bes fîkirî bê cê bike bo wa xeyałit xawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  515 Dîtin
bes fîkirî bê cê bike bo wa xeyałit xawe
dinyay bê şerit û beqa lebo hîç kes nemawe
çend ’alim û pyaw çakan êsta serînî xołe
ew erzî wa deybînî milyarehay qut dawe
hezar saḧb text û tac serî xoyan berz kird
ke êsta bûyn be xoł her hêskîşyan nemawe
hetakey wakem ’eqlî lêm bûy be ḧacî nêrgiz
wekû dînar peristan agat le xwa biřawe
neynok bîne pêş çawit bełkû xot, xot ebînî
wekû pîre gurgî har piştit kuř û çemawe
nefsin qena’et naka boyê małit xera bû
wek pîrêjne culeke şerim û ḧeyat řijawe
biłê dinya debînim wek pişte małî ḧemam
wextêk ḧeyat epoşî wextêk pêwey nemawe
samîNasnava edebî fîkirit bête ser qebulî eweł řoje
herkes îxtyar xoyetî řojî qalu belawe