eger beḧeq řezane ewey gutman bizane

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  509 Dîtin
eger beḧeq řezane ewey gutman bizane
jine piştî însane, mi’awnî însane
sebrî diłî însane beheştêkî însane
řefîqî řoj û şewe hem wezîrî însane
yekem gencî dinyaye ḧekîmêkî însane
serwetî dinya jine hem qwetî însane
bunyey dewłet û ewlad ḧeqîqetî însane
ḧorî dinya her jine ḧorî ’eynî însane
ke şewketî însane hem serwetî însane
xeznedarî însane pêstî berî însane
ew řûnakî însane çiray destî însane
bo ew jin û pyawane dejîn be şadmane
her bijîn ew kesane be ḧałî yek řezane
naxoşî bê lewane karî cehil û şeytane
mêjû deka wêrane ke qatîlî însane
cehenemî însane wêrankerî însane
çend besam û girane herçî wa bê bê nane
lebo genc û lawane beheşt xoşî însane