piřyetî sindûqî dił daym heta dûsed hezar

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  741 Dîtin
piřyetî sindûqî dił daym heta dûsed hezar
gewherî piřqîmetî eş’arî şoxî xoş şi’ar
serfî nakem min le bazařî piřupûça be hîç
ye’nî zułf û perçem û xał û xetî řûy guł’uzar
řû le beḧrî fikirî řûnakim be teşbîhatî çak
řû be řoj ...Teksta ne aşkira mû be qeyd û tarî zułfî leylî yar
sûřetî meyxanekem çawî pyałey mey, mezey
tirş û şîrînî qisey lêwî ke eřjênê be bar
řûmetî danêm be bax û pirçî perjîn çîn be çîn
herdû çawim pasewanî bê beşe û negrê qerar
ba qedî danêm be mûyek nek be mû yek nîwe mû
memkî narinc û lîmo ya her biłêm cûtê henar
xom be kew kem ya be kotir bo neçîrî çawekey
her wekû şabazî qatił bête ser dił bo şikar
xałî ba danêm be dane û mû be dawî murẍî dił
çînî egrîcey be dûpişk û qefî zułfî be mar
nuqteyek danêm le cêy dem çaw nezanê çî ekem
qametî danêm be ’er’er ya be serwî coybar
dîn û îmanî bika pêşkeş serî danê le řêy
zahîdî sed sałe ’umrêkî ke ’abîd bê le ẍar
nîyetî pê dê be řojû bêt û biroy ger derkewê
çawî mestî piř le ẍemzey nêrgisî fesłî behar
şêx û sofî ger be ’îşwe û cîlweyê bênin yeqîn
la deben mêzer be mestî dêne bezmî ’ûd û tar
şa’îran yekser le ’eşqa çûne meydanî fena
ḧebbeyek nemdî bedes bênin le mezrû’atî yar
ya be sûrmey çawî nabîna û ya eksîr eken
ger le xakî jêrî kewşî bête der tozî ẍubar
muxteser eş’arî se’dîNava taybet her yekî şarê ejî
ḧacî qadirNava taybet fikirî tîjî bû be wêney zulfeqar
muftîNasnava edebî bem tertîbe ger barê ẍezel kokeytewe
kes be filsê nayewê bîbeyte naw bazař û şar