piřyetî sindûqî dił daym heta dûsed hezar

From the Book:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
By:
Mufti Penjweni (1881-1952)
 2 minutes  742 views
piřyetî sindûqî dił daym heta dûsed hezar
gewherî piřqîmetî eş’arî şoxî xoş şi’ar
serfî nakem min le bazařî piřupûça be hîç
ye’nî zułf û perçem û xał û xetî řûy guł’uzar
řû le beḧrî fikirî řûnakim be teşbîhatî çak
řû be řoj ...Missing mû be qeyd û tarî zułfî leylî yar
sûřetî meyxanekem çawî pyałey mey, mezey
tirş û şîrînî qisey lêwî ke eřjênê be bar
řûmetî danêm be bax û pirçî perjîn çîn be çîn
herdû çawim pasewanî bê beşe û negrê qerar
ba qedî danêm be mûyek nek be mû yek nîwe mû
memkî narinc û lîmo ya her biłêm cûtê henar
xom be kew kem ya be kotir bo neçîrî çawekey
her wekû şabazî qatił bête ser dił bo şikar
xałî ba danêm be dane û mû be dawî murẍî dił
çînî egrîcey be dûpişk û qefî zułfî be mar
nuqteyek danêm le cêy dem çaw nezanê çî ekem
qametî danêm be ’er’er ya be serwî coybar
dîn û îmanî bika pêşkeş serî danê le řêy
zahîdî sed sałe ’umrêkî ke ’abîd bê le ẍar
nîyetî pê dê be řojû bêt û biroy ger derkewê
çawî mestî piř le ẍemzey nêrgisî fesłî behar
şêx û sofî ger be ’îşwe û cîlweyê bênin yeqîn
la deben mêzer be mestî dêne bezmî ’ûd û tar
şa’îran yekser le ’eşqa çûne meydanî fena
ḧebbeyek nemdî bedes bênin le mezrû’atî yar
ya be sûrmey çawî nabîna û ya eksîr eken
ger le xakî jêrî kewşî bête der tozî ẍubar
muxteser eş’arî se’dîNamed-Entity her yekî şarê ejî
ḧacî qadirNamed-Entity fikirî tîjî bû be wêney zulfeqar
muftîPen name bem tertîbe ger barê ẍezel kokeytewe
kes be filsê nayewê bîbeyte naw bazař û şar