kiçe kurdêkî mehabad

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  473 Dîtin
kiçe kurdêkî xełqî mehabat
kuře kurdêkim bebê penabat
herçend natanim bêm bo dîdenît
lêm ’aciz mebe diłim ewa hat
***
eger cezîrî û eger botanî
ger kurdî îran eger toranî
minîş kurdêkim řołey kurdanim
wek to le şîn û derd û hîcranî
***
wek mem lebo zîn le cezîr û botan
herwek perwane ḧazir bo sûtan
legeł leylayê le şaxî kurdan
her denałênim hetakû fewtan
***
samNasnava edebîy ke kurde řołey xotane
be řoj û şewê her le hîcrane
dełêy ferhade letawî şîrin
wa lenaw şîwen dił perêşane