gyanî pakit

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  426 Dîtin
ey şehîdî şaxî kurdan gyanî pakit hatewe
xwênî laşey xoy bibînî kirfekirfî katewe
bo nemamî darî azad biłqe biłqî xwên deka
fatîme nurî û qedem xêr pêşewa meḧmud nebez
dê çiray wek řojî řûnak derbixa û pê katewe
her wekû ałay be eş’ar ḧacî basî lêdeka
way temaye bîçeqênê bo gelî hełkatewe
ew diłey řencawî lawan win buwe û bîbîntewe
bête karwanî xebat û ta diłî jîrkatewe
şêt û ker hîç û nefamin ew kesaney wek befêł
kurd deşêlê û bîr û biřway lawekan lêk katewe
paşerojî babu dakî çaw befirmêsk biłên
çake şa’îr bîrneçê qet samî her bîrkatewe