bo nîştiman xebat ken
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
689 Dîtin
ser biłind ke bîrkewe bîr bo yekêtî mîlletit
nîştimanî wek beheştî parepare û let letit
wa le destî dujminane têbkoşîn řoj û şew
çaw hełêne û bîpsêne kot û zincîr û petit
rojî xebate xebatit çaweřête nîştiman
keynê hełdestî û leboy dêy kanî hêrş û hełmetit
xwênî sûrî lawî jêre bo şehadey mêjûnûs
bot enosê û dête defter xwên û qedir û qîmetit
xwêne şa’ir nameket ba biçte naw emin û umem
bibte şahîd bo nîşane payedarî şewketit
’îlim û xwêne hêzî gelit paşî yarîdey xuda
besye nûstin û dest kewe bête cewlan ẍîretit
çend hezar sałe lejêr dest mayewe û qet namrî
key qełem tanî binûsê serbiłindî û ’îzetit
hełke ałay zerd û sûrî şêrnîşanî qewmeket
samîNasnava edebî zore bête defter xwanî naz û nî’metit