kîjim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  443 Dîtin
be çawî tîj û bew diłî pakit
be têkoşan û bîrî řûnakit
serit biłind ke ey kiçî zana
binoře şax û samanî xakit
ew xakey kewa ke lêy xułqawe
arezûy bab û laşekey dakit
dujmin desûřê wa le pişkinîn
mêşk xoranî řołey zuḧakKest
bo řakêşanî hest û biřwa û bîr
le kangey newt û dan û xorakit
legeł lawanî kewa natirsên
azadî xwahî merd û çalakit
heste têkoşe ey kiçî jîrî
mîdya û paşay nawdar û takit
«samNasnava edebît» le diłî dujmin her mawe
mîratî lawî merd û bê bakit