kiçêk be lawêk dełê:

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  458 Dîtin
eger lawêkî wişyar û jîrî
serincêk bide çînî feqîrî
kurdî becê maw hejar û let let
kujra û dekujrên bebê zemîrî
le bendîxaney bêgananda wa
denałn wa lenaw kot û zincîrî
zordar û xwênimj deba pêkewe
bo çareserman beřaw tegbîrî
pîr û zanakan bidozînewe
çîtir nekujrên be tifeng û şîrî
dujminî birsî bedanî kurdan
mêşkit bikewe boç wa bê bîrî
bedîlî meḧtî xał û egrîcan
şerme le bo to çunke esîrî
emin kiçêkim polayî le řêy
azadî mîllet nek wek hewîrî
şil û şaw wek to lawêkî bê «samNasnava edebî»
le bend û dawan wekû nêçîrî