gyane bo beqsem nakey

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  542 Dîtin
ser berz ken çaw hełênin bexwa maftan nadenê
wa be sistî û dem demanê řêge dûre û naygenê
ew kese řaste dełê ḧeq merde bê tirs û nebez
wek le řêgay nîştimanda gyanî şîrîn dadenê
řoj û şew daym xerîkî řêz û çînî mîllete
kifnî xwênîn kate ber xo û bergî dîlî dakenê
wek piłingî şaxî kurdan dujminî kurd řawdenê
çengî połayî le cergî xwên mij û paşa denê
her wekû kawey dilêr û řostemî mazenderan
tacî zêřî xwên mijan û textî zułmî řaqenê
samîNasnava edebî wek samî nerîman şadlêrî ser zemîn
xwên deřêjê serbexobê xwên nebê gwêy nadenê