gyane bo beqsem nakey

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  540 views
ser berz ken çaw hełênin bexwa maftan nadenê
wa be sistî û dem demanê řêge dûre û naygenê
ew kese řaste dełê ḧeq merde bê tirs û nebez
wek le řêgay nîştimanda gyanî şîrîn dadenê
řoj û şew daym xerîkî řêz û çînî mîllete
kifnî xwênîn kate ber xo û bergî dîlî dakenê
wek piłingî şaxî kurdan dujminî kurd řawdenê
çengî połayî le cergî xwên mij û paşa denê
her wekû kawey dilêr û řostemî mazenderan
tacî zêřî xwên mijan û textî zułmî řaqenê
samîPen name wek samî nerîman şadlêrî ser zemîn
xwên deřêjê serbexobê xwên nebê gwêy nadenê