bo çawit piř nabtewe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  438 Dîtin
dewca bese sermayedar
heta keynê zêř û dolar
tabotîşt wabû bezêř
hetakey zêř û zewî û zar
besye mułk û xotoxwanî
bibye yezdanî însanî
bîbe xawenî cehennim
ya beheştî guł û gułzar
heta keynê bibye zengîn
le jimarey kurdî ẍemgîn
bibye xawen coge û cobar
şanşîn û koşk telar
ewca bese şerimit hebê
bexwa bexwa řojek debê
laşet deřzî û detlêtewe
debte xak û çînî dîwar
heta keynê samê nakey
bexwa bexwa biřwa nakey
bazirganî pê řewanî
le yezdan û le dîn bê zar