qazî miḧemed le katî le sêdaredanîda witî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  525 Dîtin
řastî le amanc were pêş lawe
metirse gelit namrê mawe
le řêy jînewey hend xwên řijawe
gułî kurdistan demî pêdawe
le çar la xebat dekirê û lekare
lanî şêrane ew berd û dare
namrê lejîn her berqerare
metirsê le şêr lepay qenare
barî giranî jyan hełbigre
qedrî mîlletit be gyan řabgire
be agirî xebat cîhan dabgire
ba serit bibiřn be pakî bimre