nax

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  507 Dîtin
bo lawêkî neberdim yek řeng û dił bê gerdim
gel perest wek barzanî le şax û dar û berdim
xwên û goştî řegez bê xořagir û nebez bê
bo kurdan bê mebest bê çust û çalak û merdim
dił xoş û jîr katewe derkey mêşk katewe
bo gelî bîr katewe, bo ałay sor û zerdim
nełên kurd bê kes mawe dest û ejno damawe
wekû şêr řawestawe lawekanî hawderdim
dem bestî û dest katewe wek samîNasnava edebî hest katewe
bîr kewtû řast katewe le řêgey maf û qerdim