lelay min waye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  764 Dîtin
leser yek biřwa xebatî gelan
debte çabûnî qaratî cîhan
xebat bû be yek nîşane û ẍayye
çîye îsra’îl û engilo emrîkan
her çend le mêjûş paşeřoj debê
ke bête kaye bo giştî însan
xo îḧtîkarat debê biřuxê
biłê řûxawe û her debê wêran
bełam pêwîstî serşanî gele
xebatî bo bika boy bête meydan
taybetî çînî hejar û birsî
bûyne xorakî lortî wek gurgan
herçend gutî tyan şu’eřa û edîb
samîNasnava edebî gutyewe û waxsitye serşan