xwaye hejarî nezan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  501 Dîtin
ya xuda herwa bê nan û aw bin
sûtawî řojî leber hetaw bin
agirî hejarî nerimtan bika
heta yek dił û bîr û biřwa bin
ta hejar nebin xebatî naken
debê ser şoř û her şil û xaw bin
boyê du’atan lê dekem emin
çunke namewê le bend û daw bin
hejarî nebê le kargey diłtan
debê dił wekû şûşey şikaw bin
samîNasnava edebî bo êwe û êwey xoş dewê
pêy xoşe hemû her weku «maw» bin