bimrî tefreqe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  473 Dîtin
bo yekdî kuştin be řoj û be şew
be xenceran û şestîr û biřnew
bo yek dexwênin bo bend û qefes
yek řadekêşin wek xasyetî kew
***
min min û to to wa le naw kurdan
boyte xwênřêjî û dest lêktirberdan
parçe parçe bûn lebo paşkewtin
bûn be xeyałî ewa le meydan
***
herçend yekem bûn lebo azayî
bełam nakokî û ferqucudayî
jyanî ewey xiste «samewe»
wa êwey birde naw natebayî