hawarî nîştiman

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  535 Dîtin
dengê dêt û wa dełê werin le hawarî min
ger nemgenê be zûyî bexwa derçû karî min
werin azadî biken dîle řizgarî biken
řeḧmê be ḧałî biken tênîye gułzarî min
ewî mêjû deřwênê awî bida be xwênê
egeyna ba neydiwênê ew diłî bêmarî min
řołe deybînim bexwa awî befrînim deřwa
bo bêgane û ew deyxiwa mîweyî gułzarî min
herçend zêř û gewhere piř le misk û ’enbere
fênk û piř sêbere xak û berd û darî min
herçend le tom nořîye hîçim lebo to nîye
bo dujminit řoyye coge û cubarî min
kê heye çarî bika bîgatê û yarî bika
bê to tîmarî bika qelbî birîndarî min
ey lawanî bekarî bo xot were xemxiwarî
zû bînêjin xwênxiwarî le ḧewş û dîwarî min
kê xakî xoy xoş dewê nenwê be řoj û şewê
gyanî şîrînî newê bibte ’elemdarî min
samîNasnava edebî pîrî kurdane merdêkî mêjû zane
wek mistefay barzanKese naw dił û efkarî min