şwênî merdan

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  534 Dîtin
gwê le pendim gire kakî aşêř
çit le nobe û mize aş û ker û têř
wekû bîstûme dełên ew name
şê’rî hêmin nîye zor bê tame
nanî ardêkî gelê bê pêze
xawe; bê pîte; kize; bê hêze
çun dełê darî xezayî mawe
ca nemabê çye çî qewmawe?
darî azadîye řîşey le diła
darî dî cêy le tenûr û le kiła
kolke darêkî řizîw ba laçê
daxî ew dare le dił der naçê
xo şehîdî wetenîş dû û sê nîn
lapeřey defterî mêjû xwênîn
yek û dû nîn û biney naye şehîd
nîştiman ḧuccete mêjû şahîd
ta bizanî çîye şwênî merdan
xwênî kurdane pełey ser berdan
be girîn tazye le boyan megirin
nessî qur’ane şehîdan nemirin
eweye pendî min û namey min
bo bira şa’îrekem kak hêmin
serî serkewtuwekan bê tûke
boçî pêt waye qisêkî sûke
keçełîş her wekû baranî pełe
meseley zore heyasîş keçełe
awejûy hêmnî ye tews û pilar
tûřeyî ’eybe biray xote hejar
ew dełê hêmin û min hawderdîn
çunke lêdan û hełatin merdîn
’îlletî çûneweşî bo kwêstan
meseley fîl û heway hîndustan
lew heramane nye çote kerec
le sitûnê be sitûnêke ferec
kakî min bênewe bîrit kem û bêş
le gułistan seferî dû derwêş
nîştinî bazî bext hełkewte
řêy weha bo min û hêmin çewte
keřetêkî be nesîmim gutbû
pêt biłê taze le cêy xot mebzû
gelekey naske dinya xetere
pê le tatî mekewe basî sere
çunke dinyake her ew dinya bû
wekû dîbût lewe pêş her wabû
ewe beynêke çerx sûřawe
min ke lew sûře serim sûřmawe
ew kesey çerxî felek bû textî
řû be zułmate sitêrey bextî
ew kesey to le desî derbederî
wa newî kewte zewî tewqî serî
to gutit nîweyî řêy beẍda bê
be pişûy mawe le «řoj’awa» bê
le pişûy axrî ew care werewe
dujminî nařeḧetit bo derewe
were ba ew keřeteş bitbînim
şa’îrî şoxî řeza şîrînim
were biřwane diłî xwênawim
pê binê banî gilêney çawim
le ḧeqîqîNasnava edebî bike yadêk car car
çaweřêtim be umêdî dîdar