qehrî gerdûn

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  580 Dîtin
fîkir û endêşe xerîkî leweřn
her wekû kawře leřî ser gîşê
ta qełew bibnewe bo qurbanî
be dû kawiř bigirin cêy mîşê
pêş ewan xoşe «ḧeqîqîNasnava edebî» le «mina»
zîbḧî to bêt û milî řakêşê
pîr debê dar û kesîş neydîwe
keřetê bazî leser helnêşê
qedemit hate le min bû be nehat
neşterêk bû le diłî dam nîşê
diłî min kun kunî ew neştereye
teşenî kirduwe cergim dêşê
nayełê qehre legeł min gerdûn
ta ser û mał bikeme gaw gerdûn
şine bay řeḧmetî «bîn alḧirmînErebî»
wekû teşxîsî deden ehlî ḧał
le «sifaErebî» û «miruhErebî» «minaErebî» û «mizdilfةErebî»
wacb û musteḧeb û berz û çał
kizeyek lew şineyet bê be nesîb
şarezatir le delîl û awał
gerçî ḧec feřze be ’umrê carêk
lêt qebûł bê be tewafî sed sał
le şeř û tîrî bełay çerxî çemûş
kêwî «surErebî» û «aḧdErebî»t bibne metał
şadîye xoşîye cêjnî remezan
şîne şadî min û şîrînîm tał
be temam sêberî pêrozî humay
ew çelîş bête serim lêkda bał
nayełê qehre legeł min gerdûn
ta ser û mał bikeme gaw gerdûn
le ḧecî «mit’ihErebî» diłit te’mîne
sertay dînî medîney dîne
baregay xetmî rusuł mînber û beyt
cenneteřrewze melek perjîne
meqsedî weḧye mesîrî cebrîl
merkezî ’îzzete cêy temkîne
le řesûlanî «awliwal’izimErebî» û xewas
sefî eřwaḧ lewê çîn çîne
katê destew nezerî bin melekût!
padşayan û selatîn çîne?
kile subḧanîye xakî kel û kêw
pel û çêw ’ûd û guł û nesrîne
xołî berderkî be dił cařû ke
gesk û aw, karî muje û esrîne
yadî yaran bike lêt wer degirin
merkezî ře’fete cêy bexşîne
fîdye bê ’eybe, xetabarim min
boye sehmim nîye lew ayîne
nayełê qehre legeł min gerdûn
ta seru mał bikeme gaw gerdûn