bo dostanî dûr wiłat

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  558 Dîtin
şemał ey qasîdî çalakî hewraz û xiř û lêjim
biřo şarî ẍerîban û bere peyẍamê pêt êjim
biłê ewřo le baẍan şînî bulbul bo gułî sûre
le dûrî êwe emnîş xwên dexom firmêske deyřêjim
’ezîzan giştu wek bînayî çawim bûn le destim çûn
desim naga be dawênû pilarî kwêrî dawêjim
wekû ney kun kune cergim leber êşî cudayîtan
leber tase û serim tasa le gêjawî xema gêjim
be yek yekyan biłê gyane qesem bew ’ehd û peymane
ke bestûmane ta ewdem çi dem nêjin çi dewnêjim
le dirwêney xeman şertim peřîwe sûre xermanim
kew û bêjnigî teb’im bûne hêłeg çonî dabêjim?
deway zamî diłim bûn kat û satî serdemî pîrî
ewa kirdî teşen dîsan birînî kone sařêjim
kirasêke be bałay min biřawe tał û swêrî jîn
ke her esrîne deyřêjim ke her zûxawe deyçêjim
xezan hat û nema guł, maynewe tenya min û bulbul
ne ew yar û ne min hemdem xemî dił çon derawêjim
nizîkî cêjnî qurbane řimênî xêr û îḧsane
du’ay dewrî ḧerem firyaw kewê pařanewe û nwêjim