’erîzey min

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  553 Dîtin
cenabî ḧacî mamosta melaḧmed
be qur’anê kewa hadî û mubîne
be wey kem şafî’î řujî cezaye
bewey kem mehbetî řûḧul emîne
be dił memnûnî tom çunkî geyandit
’erîzey min bexzimet şay medîne
be dînim dînî to awate bo min
min û to her dû awatin be dîne
eger beynêke meḧrûmim le xizmet
qesem be xwa, neperjane, ne kîne
dełên fermûy nebî ya «buhuřeyře»
be dûy yekda hemû řojêm mebîne
meḧebbet ba zyatir bê le beyna
zyaret beyne beyne gişt ewîne
biłîndî û gewreyît le xwa dexwazim
beser berzî bijî lew ser zemîne
biřo hertayfî dewrî ḧeřim be
eto ḧecicit qebûłe lêm yeqîne
nesîbit bê nesîmî şarî yesrîb
muqeřřeb bî lexzimet şay medîne
eto mewla minîş derwêşî salîk
be xerqêkî şiřoł û pînepîne
dexwênê bulbulî teb’î ḧeqîqîNasnava edebî
demêkî deşt û seḧra sûr û şîne