manga pîwazî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  755 Dîtin
sindanit lêda manga pîwazî
sałit birde ser be ḧuqqebazî
heşt no de mange dełên awsî
estûr bûy dełêy meşkey gawsî
zor dirozin û seg û segbabî
bo çîdî nabî ẍeyrî qesabî
çî dîm tûře key ałifit lê debiřim
şaxt deşkênim kilk û gwêt debiřim
ew řojey emin çûm etom kiřî
nemzanî awa nan widobřî
bûye ziřdaykî nwêngîne bełek
nemdîwe mangay wek to be kełek
detfiroşmewe detdem be bizin
’umer û selaḧ be bê şîr kizin
selaḧ bê memke ’umer bê şîre
daxî becergim bo manga pîre
manga zerdî xom tewaw beşîr bû
’eybî ewe bû yekcar zor pîr bû
řojê ḧew derim řonî kerey bû
sed segî wekû ew makerey bû
cûtê gay damê kirdime qurbanî
hezarî wek to bê be qurbanî
hate cwab gutî min bê texsîrim
qewlit dedemê bişzêm kem şîrim
gutim çûzanî? gutî mindałim
boçî kem şîrî? nwêngînî kałim
qet zawî? bełê par be bîjokî
edî qeḧbe bab bo dełêy lokî?
gutî min çibkem mindałit kizin
le swêy çořêk şîr qendî dedzin
eger detzanî bê şîr wa şiřî
ewt bo firoşt minit bo kiřî?
gutim çûzanim tûşî to debim
bê şîr û kere û mast û do debim
pêşînan dełên ke hîç nezanî
la eqel pîrî bide be cwanî
gutî nawełła aẍay ḧeqîqîNasnava edebî
le sewdayeda zor nadeqîqî
to sewdat nekird dyarî bû birdit
sindan le xot da bo karî kirdit