qena’et

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  669 Dîtin
ala la tiḧzininErebî «qale qende»
heta to bî ḧemam naden be bende
le ḧemmam û le karaj û qepanê
ewî boy çûm serî toy pêwe bende
serêkit wa le tewrêzCih û meraẍeCih
serî dîket le xełxałCih û merendCihe
eto bazîgerî qeřnî etomî
şeş û bêşt heye her toy berende
nemawe î’tîbarî ehlî danş
dena kemtir nîye şende le mende
meta’î min qise û hełbest û şê’re
ewîş lay xełkî em ’esre çerende
nema berg û berî baẍî meḧebbet
te’essub ḧałî ḧazir napesende
ewêsta nan le řastîda nemawe
ewî kełkêkî bê her fêł û fende
beser çû daxekem dewrî kere û zeng
ewêsta katî řonî şapesende
le bêkarî serim masîwe qurban
bełê bêkareyî karêkî gende
witim wa başe gwêy karêkî bigirim
ke pyawî tenbeł û bêkare pende
mi’aşim bote maşełła fiłan kes
bwêjêkî be nirx û qurs û mende
le katî nukte sencî teb’î şê’rî
be wirdî ’eynî bêjing û serende
welê way kirduwe destî tebî’et
ke şa’îr hîmmet û teb’î biłende
firîştey řeḧmetî ẍeybî le nakaw
heray lê kirdim û fermûy be xende
be ẍeyrî xwa «hebase» kes menase
ewî min pêt dełêm enderz û pende
meřo lay ew kesey însane wek to
’ezîzim her yeke řozî dehende
qena’et ke bewey xwa pêtî dawe
mebe ’ebid û ’ebîdî ’ebid û bende
be dewrî małî xełkî da lemewla
mebe çîdî be boşqabî peřende
ḧeqîqîNasnava edebî minnetî xełkî zemane
pete, zincîre, zîndane, kemende