gamêşe kwêre

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 3 Xulek  569 Dîtin
beharî ew sał qedem bexêre
şîn bû wenewşe û şewbo û şilêre
swêsne û hełałe û sûsenber û guł
baẍî êremyan danawe lêre
kułî diłî hewr şînî kird zewî
barî barane û terze û gilêre
her řoje awê her şew şewawê
westay baẍewan qedîm awdêre
şewnim le baẍan ’eynî çiraẍan
wextêkî hełdê mang û estêre
řengî kwêstanî wêney beheşte
cogey selsebîl awî hełdêre
qaqay qetarî qaz û qurînge
kařey berx û meř dengî bilwêre
qaspey xasekew dengî murẍî ḧeq
bangî sibeynan gwê řabdêre
lew nêwe bulbul degrî leser guł
dermanî ’aşiq firmêskî swêre
ew zerd û sûre pořî gułanin?
ya polî bêrî dawyane sêre
min matî nexşî perwerdigarim
kwa řeng û elwan dêne jimêre
emma le nakaw xûdarî kirdim
fîkirî nezanî gamêşe kwêre
zan û nezanî lêm bote dimdim
ya xo nezîley mam řêwî û şêre
damawim êsta bo ehlî ḧałê
me’lûmî ka lêm mêye ya nêre
be kilk û be gwê be xişe û mişe
wek gamêş deçê emma panêre
rojê gwêm lê bû kabrayek deygut
xuda daynawe bo panêre gêre
qerarî zanit mangê behar bû
ewa sê mang çû axir sał dêre
eto û mam eḧmed bo pêtan waye
diro sewabe û tefredan xêre
’umrî segit bû le’elyabadê
xirapem nekird hênamye êre
cêgaket nerme tewîlet germe
tifaqit xoşe mezrat zenwêre
xizmetit deken pyawî aẍakan
’elî û awřeḧman dełên zor têre
tiłtey bo nardî «mistir tiromen»
delên destûrî «ayzenhawêre»
pêm wabû ew sał be şîr û mastit
depçiřê meşke û deqełşê nêre
ta xawenî tom bê mast û bê dom
parşêw û şêwim nane û kulêre
têrî û napirsî le ḧałî birsî
łoqit dirêje û dengit dilêre
katî beyanan paş dû řekat nwêj
dest û zimanim bew zîkire fêre
dadey mamosta řonim bo bikře
toxwa melajin dom bo binêre
’eybe ḧeyat bê bo qape doyek
em mał û ew mał çî dîm menêre
cwabî damewe dezanî çî gut?
ew şax zelamey beden tawêre?
aẍay ḧeqîqîNasnava edebî bes çaweřê be
serfî nezer ke lew xêrubêre
jînî be minnet mergî benenge
însanî qani’ ser berz û mêre
ta gamêş dezê ḧew car saz debê
ḧemamêk le nwê be nimre û şêre