dare bûz

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  673 Dîtin
min firîzû nîm û nakem nûze nûz
sextedarêkim be nêwî dare bûz
min firîzû nîm be kêłan û bijar
heł kenêm û ba fiřêm da jûr û xwar
min dijêkî meḧkemim lêr û lewê
çerxî çep hergîz minî pê nanewê
’unsurêkim bîwir û teşwê û tewr û das
koł û kul bûn û le sextîy min heras
textî xunkarî leser textey mine
nerd û şetrencî leser mextey mine
min be nêwbangim le nîzîk û le dûr
nek firîzûy desteçîlem bo tenûr
pel biřînim dadeřêjê hoyekem
çun perey dawête řîşajoyekem
bew řeg’ajoyey le hewraz û newî
bûme sîngî sîngî çwar goşey zewî
her pelêkim wa le kêw û bendenê
pêm newesta bend û şextey behmenê
baş tenîwme herd û berd û deşt û kêw
řostemim hergîz derostim naye dêw
sextim û serberzim û azade jîw
ser newî nakem be ’umirim bo bijîw