darî mirad

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  665 Dîtin
gułêkim dî guław lê ajwawê
guławêkî le şwên esłî geřawê
wekû bulbul gułî girtote amêz
teda’î bû witarî pîrî tewrêz
guław û guł ke ew lem, em lewî bû
îşarey bo kelamî mewlewîKes
gutî beynêkî dûr mabûm le esiłim
gelêkî bo geřam ta geyme wesiłim
’ezîzim xoşewîstim nûrî çawim
gułim hêzî diłim cerg û henawim
çiroy derkirduwe darî miradim
bewey şadim ke daym hey le yadim
qyamet řabû pêm wabû şewê dî
ke řojî řoşnî řûtim şewê dî
şewî dûrî beqed dinya lemêje
deca key řojî ḧeşrê wa dirêje
ḧeqîqîNasnava edebî her kesêkî ehlî dił bê
dezanê ḧeqyetî bulbul le kuł bê