şoxî mukiryan

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  737 Dîtin
le cêy firmêskî swêr emşew debarê xwên le çawanim
le dûrî yare bałaberzekey şoxî mukiryanim
birîskey da le meẍrîb tel’etî řojî berew meşrîq
qyamet řabuwe ewřo xuda tobe peşîmanim
be hestanî le xew tarîkeşew laçû beyan berbû
dełên zulfî perêşanî welada mahî tabanim
sya perdey şewî lada telî’ey sûřetî şemsî
qemer derçû le ’eqřeb perçemî badawe cananim
nîgay çawî xumarî kuştimî kwa şahîdî ’adił
îşarey çawî mestî pêm dełê bê sûç û tawanim
şewî hîcrî ke samanî nebû řojî qyamet bû
beyanî dîm ne dił mabû ne ser mabû ne samanim
nesîm engût û guł pişkût û bulbul her çirîkey dê
zekatî ḧusne awatî, dezanê sûre xirmanim
le lay baẍî gułan ewřo nesîmî ’ûd û ’enber dê
xerîkî guł çinîn bin řenge destey guł ’uzaranim
guł û seru û semen wek şořebî bê bon û ser şořn
le ḧandî newgułim hêzî diłim serwî xeramanim
qedî serwe û memî nare çemî nergîs demî xunçe
le bin lêwanewe lêwî dełê le’lî bedexşanim
tikey ’areq le ser kułmî be ’eynî şewnimî ser guł
dem û lêwî dełê biřwane min xunçêkî xendanim
depirsê çawî mexmûrî «ḧeqîqîNasnava edebî» çone eḧwałit?
be neş’ey çawekanit çawekem sermestî mestanim