derdî dûrî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  2120 Dîtin
derdî dûrî zor girane diłbera hêcran bese
dił wekû perwane sûta çawekem sûtan bese
’aqłan şeyda debin řûbendî ser řû lamede
’aşiqan kuştey cefatin qetłî mezlûman bese
murẍî dił pabendî dane û dawî xałe û zulfî xaw
gîrî bendîxane takey? bendî bê aman bese
herçî bûm birdî be tałan turkî mestî çaweket
taqet û sebir û qerarim pê nema tałan bese
şahîdim firmêskî xwênîne ke to cergit biřîm
’aşiqî řûtim eger teqsîre ger tawan bese
êste keş mecnûn û leylê hen le ’esrî tazeda
şêt û ser gerdanî tom, ḧeyranî tom, ḧîrman bese
gencî ’êşqit piř be wêraney diłe û min pêm keme
ta zyad bê çaweřêy dîşim mełê îḧsan bese
ger qisey ’îşqî guł û bulbul le lat efsaneye
to gułî xendan û emnîş bulbulî giryan bese
awrit berda dił û gyanî ḧeqîqîNasnava edebî çawekem
derdî bê dermane ’êşqit derdî bê derman bese