çawekem

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  1732 Dîtin
diłim matî ẍemî hîcranî toye
nexoşî derdî bê dermanî toye
ewa ’umrêke çawim çawekanim
xerîkî şîwen û giryanî toye
birînim karîye cergim biřawe
ewîş karî biro û mujganî toye
diłî birdim nîgay çawî xumarit
yeke û gîrawî dû mestanî toye
be qanun ḧurmetî mîwanî feřze
meřencêne diłim mîwanî toye
tewafî xałî to bo min ḧełałe
diłim fîdye û serim qurbanî toye
qyamî qametit qamî qyamet
terazûy çawekem mîzanî toye
hewałî řojî meḧşer ger depirsî
xeber destî min û damanî toye
eger peymanekey destit şikandim
diłim meşkêne hawpeymanî toye
eto sûçit nebû çawit minî kuşt
mefermû çawekem tawanî toye
be îmanim heta mirdin «ḧeqîqîNasnava edebî»
behîway dînî çawî cwanî toye