pîrî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  1439 Dîtin
baẍî beharî zewqî cewanî nema berî
teb’im ke nexlî teř bû wîşk bû gełay werî
bo ferqî genc û pîrî mîsalim dû dêne bîr
kewş û kełaş û caw û qumaş û beraberî
dinya seray fanîye fanî wefay nîye
her derd û dax û jane jyanî seraserî
dwênê dem û xilêne le qînî zeman leqîn
ewřo demî werînî didane û leqey serî
cinin û perî dû ḧałetî pîrî û cwanîye
nobey gemey cinokeye, şertî perî peřî
qorî şikawe, çayî řijawe, tuwawe qend
bê kelke taze coş û xiroşî semawerî
hewrî xeman leser serî kirdim kiřêwe pêç
berzî serî befirgire, meřwane ser serî
nemdî serî le berdî nedabê xulî zeman
têydabê her serê ser û sewday serwerî
defter be destî xoyetî, nûsîwye řojî xoy
xoy çare nûse, herçî binûsê le defterî
mûsa bijî biła bibiřn ser hezar hezar
bo ’îşqî şa deba biřjê xwênî zeřgerî
gerdûn be meylî to nye bêhûde xem mexo
nagořê xot bikûjî çilon bê muqedderî
eskenderîş sedan desełatî hebê debê
lew řêge çewte tûşî hezaran sikenderî
genc er gedaye şayeke bê text û tac û genc
pîrî û hezar ’eyb eger şay qelenderî