xermanî guł

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 2 Xulek  875 Dîtin
bałanemamî xunçedemî çawkejałî min
agay le derdî diłme dezanê be ḧałî min
ew řuje hat û pirsî le ḧałim bedił gutim:
birya nexoşî baye hemû mang û sałî min
xermanî guł be naz û bize û ẍemze hate jûr
xoş bî nexoşî bûye şêfay ḧał û balê min
naçête der nexoşî le gyanim ke tê biga
řojê çelêkî dêy û depirsî hewałî min
bîmarî ’îşqî tom û nexoşî behaneye
derman wîsalî toye be fîkirî miḧałî min
bo ḧałî xeste, ḧesteme jîn bê mijînî lêw
noşdarû paşî mirdine awatî kałî min
çawim le řête, çomeke firmêske, dił buwar
ser berdebaze fermû eger dêye małî min
bo surme çake tozî berî pêt û çaweřêtim
řeḧmê bika be ḧałî diłim bay şemałî min
mestim be bê şeřab û temaşay cemałî to
wextaw wext debête şeřabî ḧełałî min
gyan û diłim be cûte şew û roj belatewen
dernakewî demêkî le fîkir û xeyałî min
pencey bexwênî ałî diłim řengî girtuwe
katê řifandî ewşewe dił pence alê min
hem swêre awî çawim û hem lêłe awî çem
tenya xunawkî řûy gułe awî zułałî min
damê gułêkî sûr û werî girt û pê kenî
zanîm ke pêkenîwe be ’eqił û kemałî min
yanî ke guł çi ḧacetî guł pêwe birdine
xom gułim û zulf û perçeme swêsne û hełałî min
wextê ke zulfî ałî leser kułme ladeda
wek mangî çarde şu’le deda řûbexałî min
tałîm ewende dîwe le we’dey betałî to
tirsim heye bibeyte qyam{pn|et webałî min
gerdûn geřanî nebuwe ḧeqîqî} be meylî kes
kê bê nełê bedaxewe kafir be ḧałî min