afetî dîn

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  1000 Dîtin
xet û xałit be xuda fîtneyî hînd û ḧebeşe
afetî dîn û diłe řewneqî ew kułme geşe
xelelî çîn û çegul şořşî řom û ’ecemî
le ser aşûbîy zulifit le hemûy keşmekeşe
çawit er nêrgisî şehla nîye bo hênde xumar
perçemit ger şewî yełda nîye bo hînde řeşe
zînetî kułmete lerzînî gułîngî şedeket
gerçî egrîceke tezîynî ewîş û eweşe
şeşderî xałî serî kułmete dił nayete der
serî sewda zede bêxud be temay pênc û şeşe
bew dû sê şê’re ḧeqîqîNasnava edebî ke le meydan derçû
tenge cewlanî qise û tewsenî teb’î hełeşe