texmîsî ẍezelî bêxud
Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
3 Xulek
1056 Dîtin
be în’amî tika awate xwazim ya risul alilhErebî
xesaret mend û serta pa nyazim ya risul alilhErebî
ẍulamim ger ḧeqîqet ger mecazim ya risul alilhErebî
eger şahim eger şahên û bazim ya risul alilhErebî
weten aware û hêlanewazim ya risul alilhErebî
le tewsîfî gułî baẍî kemałit bulbulî łałim
fîday xakî berî pêy xadîmanit bê ser û małim
le řûy mîskînnewazîy ger bifermûy çone eḧwałim
be řoj perwaneyêkî dił şikaw û bê peř û bałim
be şew şem’êkî piř soz û gudazim ya risul alilhErebî
çiray dînî mubîn řoşin le zatî toweye qurban
şewî esra le wêney mu’cîzatî toweye qurban
sefay cennet be hoy nûrî sîfatî toweye qurban
le tîẍî qehir û řutbey îltîfatî toweye qurban
eger gerdin kecim ger serferazim ya risul alilhErebî
penahim hêna be qapî řeḧmetit ey xawenî î’caz
ke tenya toy be řutbey «riḧmitih lil’almînErebî» mumtaz
be awiřdanewêkî meylî to dênim le dinya waz
be řûçerxandinêkî řût le ’alem kewtûm bê naz
be lutfêkit le ’alem serferazim ya risul alilhErebî
şiney bay xak û xołî derk û banit ’enberî xawin
le bo dînî ḧeqîqet tozî solî pêt kilî çawin
eger řuḧmê nefermûy nefis û şeytan danew û dawin
le têkoşanî řizgarîy minî awareda mawin
hemû bapîrekanî diłnewazim ya risul alilhErebî
řezam ger text û sêdarem bifermûy çunke her xotî
eger bendîy ger awarem bifermûy çunke her xotî
bełam lutfêkî carcarem bifermûy çunke her xotî
îtir her xot debê çarem bifermûy çunke her xotî
tikakarim, mu’înim, çaresazim ya risul alilhErebî
bisûtê peř û bałim ba nełên perwane bê şem ma
ẍerîbî dûrułatî xêłî to bê yar û hemdem ma
le tîrî dujminan bakim nye taney ew û em ma
dezanim xo xîlafî emrî tom zor kirduwe emma
kuřî xotim be lutfî to dezanim ya risul alilhErebî
le beḧrî me’syet kewtûme gêjî cehil û nadanî
be hawarim bigey to bî û sîfatî zatî yezdanî
xelasim key le çingî mekir û ḧîley nefsî şeytanî
necatim ger bidey řû bo tewafit ḧazirim yanî
be ke’bey řût řuwe xakî ḧîcazim ya risul alilhErebî
le texmîsî munacatî «melîk» da xom lebîrçowe
beyanî tîşkî nûrî řojî řûtim dî le asowe
keçî dîtim «ḧeqîqîNasnava edebî» şermesarim des be ejnowe
ẍulamêkim ewa xom xiste qapî ẍîretî towe
be naw «meḧmûdKes»m emma her «eyaz»m ya risul alilhErebî