texmîsî ẍezelî ḧacî qadir
Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
3 Xulek
1118 Dîtin
ey pak û tak û tenya ey xêwî mend û carî
ey ew kesey ke her to ’arî le ’eyb û ’arî
yarî nyazmendî nîte nyazî yarî
ey bê nezîr û hemta her toy ke berqerarî
bê dar û bê dyarî bêdar û payedarî
xway erz û asmanî řazî diłan dezanî
awî gułan dedêrî mayey berî řezanî
meyxoş û mizir û şîrîn tam û mezey mezanî
bo baẍî merdîy baẍî sermayekey xezanî
bo mezre’ey feqîran sermayekey beharî
şayanî toye şayan bo sucde ser deken xem
şayî şyawî toye, to yem ewan le nem kem
to nazmî geřanî řoj û şewî munezzem
to padşa nîşanî bo her sewadî e’zem
bê sedir û şanşînî, bê perde perdedarî
bînay nizîk û dûrî bexşende û ẍefûrî
’isyan be wê û fûrî her toy ke lê debûrî
to «malk alqirabErebî» y miłkit nye sinûrî
cebbarî bê fitûrî sułtanî bê qisûrî
řezzaqî mar û mûrî awdêrî dêmekarî
ew asman û erzey piř tentene û şikoye
ew şemsî ’alem’ara ew kehkeşan û koye
ew deştî wek beheştî bew şikił û řeng û boye
fîrûze textî gerdûn mesnû’î nexşî toye
yaqût û le’il řoje estêrekan durarî
fermûte len teranî bełam bewey ’eyanî
herçî le masîwada to xalqî hemanî
wext û zemanî toye bê wext û bê zemanî
cê û mekanî toye bê cê û bê mekanî
leyl û neharî toye bê leyl û bê neharî
lew řojeda defermûy î kêye miłk û berhem
î toye qehir û qudret bakit nîye lew û lem
bê nayb û wezîrî nakey pirs bew û bem
her emrî to medare bo kar û barî ’alem
her çende bê wezîr û bê sedir û kar û barî
’eqił serî demasê le perde û ḧîcaban
baz û hełoy tefekkur مێشûûلەێیکی ber ban
fermanber û mutî’in beḧir û beř û byaban
seḧra newerde şewqî xurşîd û mahî taban
dû caryen şew û řoj bê meḧmel û ’îmarî
mexlûqî zatî toye ’alem dirişt û wirdî
zeřřatî kaynatê ełłaye zîkir û wîrdî
tenya ne her «ḧeqîqîNasnava edebî» ḧemdî sîfatî kirdî
me’lûme boçî «ḧacîKes» mediḧit deka be kurdî
ta kes nełê be kurdî nekirawe medḧî barî