mewlûdname

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 4 Xulek  985 Dîtin
sipasî bê ḧed bo zatî bê çûn
«sibḧan alilh ’ima yisîfunErebî»
«malk almilkErebî»y tenya û bê şerîk
le ’eyb û ’aran mubeřřa û terîk
danerî zewî û ḧewt asmane
bew cê û mekane xoy bê mekane
hełsûřênerî çerxî řoj û şew
le ’erz û ’asman kêye ẍeyrî ew?
tak û bê hawta pak û bêbake
xalqî aw û xak û eflake
selat û selam le ser mistefa
řesûłî ekirem xetmî enbya
bibarê daym wek řêjne baran
sed hezar hêndî xîzî řûbaran
cêjnî mewlûdî fexrî ’aleme
řûnakî çawî ḧewa û ademe
řeḧmet binêrin bo nûrî huda
«silwa ’ilîةErebî»y fermuwe xuda
mizgênî hêna ’îsay muceřřed
«yi’etî min bi’dî asimة aḧimdErebî»
mizgênî hêna û řoyî bo felek
lêre bo beşer lewê bo melek
yanî dway min dê îsim eḧmedê
lew çatir «nebî» ne hatuwe û ne dê
nawî muḧemmed nêwbang emîne
leqeb řeḧmeten lîl’alemîne
tenya gewhere le nêw beḧir û beř
hełbijêrawî alilh akbirErebî
şewî zihûrî řeḧmet debarê
nûr şebeq deda zułmet detarê
pênsed û ḧeftay mêjûy zayînî
hełkira çiray dînî mubînî
her ew sałe bû ḧemley ’am alfîlErebî
sałî waqî’ey «tîra ababîlErebî»
be şewî dwazdey ribî’ alawilErebî
řojê dînî ḧeq serkewt le kel
le şerq û ẍerb û nîzîk û dûrî
dinya řûnak bû be qubbey nûrî
le řoj’awa řa heta řojhełat
melek dawerî şeyatîn hełat
cêjnî mewlûdî fexrî ’aleme
řûnakî çawî ḧewa û ademe
řeḧmet binêrin bo nûrî huda
«silwa ’ilîةErebî»y fermuwe xuda
ca’ باالهدی fî am alqiraErebî
nur misilة ’în lim yiraErebî
awrî awirgî gawir kujawe
řoçû hełçořa deryaçey sawe
teqî; dirzî da taqî noşîrwan
yanî î’cazî nebî noşîrwan
hełbû çilçira le cêgey awir
giřî damirka çołeçray gawir
’uza bê ’îzzet, menat bê menat
hebel bê beha nema qedrî lat
tacî le ser na şay awliwal’izmanErebî
çeman perçeman çem û xem neman
semek ta sema řeqis û semaye
cêjnî mewlûdî resûl alilhErebîye
cêjnî mewlûdî fexrî ’aleme
řûnakî çawî ḧewa û ademe
řeḧmet binêrin bo nûrî huda
«silwa ’ilîةErebî»y fermuwe xuda
sûřey walşimsê qesem be řûte
«walîl aza sicaErebî» be mûte
le nêw enbya duřřî yetîmî
xuda fermûye xułqî ’ezîmî
şifa’etî to bo tobey adem
qełem le lewḧî nûsîbû ew dem
xuda naxuday keştî kirde nûḧ
to sewłit lêda be ’alemî řûḧ
le îbřahîmê awir be kuł bû
nûrit le beyna perjînî guł bû
mîqatî mûsa ’erze û kêwî tûr
cêy to sîdreye û seraperdey nûr
be awî dada mûsa deste guł
pêşwazî kirdî ’îsa yek menził
mang toy dî ḧeq bû bêjê min nîme
neygut cezay bû kirdit dû nîme
to bûy pê řagey sikałay xezał
le ser to xetme mu’cîzey kemał
cêjnî mewlûdî fexrî ’aleme
řûnakî çawî ḧewa û ademe
řeḧmet binêrin bo nûrî huda
«silwa ’ilîةErebî»y fermuwe xuda
gułî bon xoşî baẍî kîbrya!
řûnakî şem’î cem’î enbya!
şay tac daran be text û ewřeng!
nexşî taybetî neqqaşî yekřeng!
şîrey şîrînî şiraba tihurErebî
sûřet řojî řûn nûrî ’ela nûr!
meze û tam û boy şîr û hengiwîn!
saqî kewser û tesnîm û me’în!
tenya gewherî deryay keramet!
ała hełgirî řojî qyamet!
çiray «bît alilhErebî» nûrî medîne!
peykî řeḧmetit řûḧ alamîne
le ber to fermûy xuday pak û tak!
«lulak lima xilqit alaflakErebî»
xułqit ’ezîme, lutifit ’emîme
tebi’it kerîme min xemî çîme?
tirsî me şerme le řojî ejmar
xuda be řeḧme û etoş tikakar
bełam zor xêre çakey nihênî
to xwa lay çakan nêwim nehênî
xakî dergaket le’le û pîroze
řûḧim fîdat bê cêjne pîroze
cêjnî mewlûdî fexrî ’aleme
řûnakî çawî ḧewa û ademe
řeḧmet binêrin bo nûrî huda
«silwa ’ilîةErebî»y fermuwe xuda