kurdî
sûtawî saray řeş poşan be dest ’eşqewe, kujrawî ałay bała nemaman le sermeşqewe, taqe gułî «meḧmûdbegî saḧêbqiran»Kes, kurdî naw û kurdî gyan û kurdî ziman. le kořî bade firoşanî soz û gudazda kemer beste, le polî mey noşanî qise û bas û belaẍetda serdeste. řencî ke dawe le pênawî çawî kał, sewda buwe be xetî sewzî kuřêkî çwarde sał. lem sozewe buwe ke serencamî îşekey kewtote ’alemî eřwaḧewe û neymawe êşekey. lem sozewe buwe ke teqîwetewe karêzî şi’rî berzî. lafawî kewte êran «qa’anî» piştî lerzî. kewabû «kurdî» hem şa’rêkî kurdî buwe, hem ẍeramîyekî kurdî buwe, hem derwêşêkî řasteqîney kurdî buwe. em şa’re ẍeramîye berze nawî mistefa û kuřî meḧmûdbegî kuřî eḧmedbegî saḧêbqiřan û amozay ewřeḧman begî «salimKes»e. binemałey saḧêbqiran bê şik bêşkey şa’ran buwe, boye «eḧmedbegî fetaḧ begKes»yişyan têda hełkewtuwe. le sałî «1809»y mîladî le şarî suleymanî hatote donyawe. her le suleymanî xirawete ber xwêndin û le paşa hendê xwêndinî ’ilûmî îslamîşî le ḧucrey feqêyan xwêndû, ke em şagird buwe salim xelfe bû, ke em suxte buwe salim muste’îd buwe.
herçend binemałey saḧêbqiran awedan buwe be çandinî towî şi’irdanan, bełam ewey betaybetî bûbê be serçawey îlhamî şi’ir le «kurdî»da:
«qadir» naw buwe le suleymanî ke be xetî sewzî ser lêwî be kekoł û xułamaney serşanî, sozî ’eşqêkî sûtênerî xistote kurdîyewe. em kuře karêkî zorî kirdote ser jyanî mistefabeg; tenanet ełên le axir henaseya be agirî ’eşq sûtawe û piřûzey çuwe be asmana!.
kurdî carêk ebyê ke «qale»y çuwe bo «sine», emîş destibecê suleymanî becê dêłê û eçê be şwênya, gelêk le sineda esûřêtewe, pêy ełên ewey to etewê hêşta nehatuwe, îmřo sibey egate cê. eçê be pîrîyewe û deştî «serniwê»y lê egrê, ke gwêy le dengî zengî karwaneke ebê dest eka be witnî biře şi’re be sozekey û seretay bem şi’re ekatewe, ełê:
kurdî edîbêkî payeberz û şa’rêkî şi’ir řewan buwe, sozî «qale» way lê kirduwe lewaneye kem kes le ẍeramîyatda destî ewî bûbê.
kirdewey turkekan le suleymanîda gelê car buwe behoy dił řencandinî kurdî û tewasanewey le suleymanî û barkirdinî bo wiłatî êran. le kurdistanî êranda xizmekanî salim xizmî emîş bûn. çûnî bo êran wekû çon cewrî turkan pêy kirduwe, herweha hatuçokirdinî qaleş buwe bo sine û le bin dest emeşewe dîdenî kirdinî buwe le xizmekanî. le êranda zortir wextî legeł erbabî qełem û şi’irda řabwarduwe. legeł dîwanî şa’rekanî ’ecemda sewdaserêkî çakî buwe, bew bonewe nawbangêkî berzî le êranda heye. be taybetî le sineda gelê wextî řabwarduwe û gelê şi’rî cwanî le şwên becê mawe. le «taranCih» mamostay şazadekanî êran ebê, we le yekem karwanya ebê be endamî «encumenî edîban»yiş le taran. legeł «qa’anî» şa’rî benawbangî êranda dastanêkî seyr û şeře şi’rêkî zoryan le beynda buwe û le axirda bořî qa’anî dawe. goya ełên: leser řûlênanî «şa» leser ḧewzêk da’enîşin û ekewne muşa’erewe, qale le pişt kurdîyewe westawe û wênekey lenaw ḧewzekeda dyar buwe û ebête hoy îlhamî kurdî!, qa’anî hest beme eka be dardestekey ḧewzeke eşłeqênê û wêneke têk eçê!. kurdî her gwêy nadatê û boy heł’estê û be pence eda le tepłî serî qa’anî - ke keçeł buwe - û ełê: «lay ême ke mang gîra le mis û teneke eden!» qa’anî beme zor tûře ebê û cinêw be «sunnî» eda û lemewe şeřekeyan ser ekêşête lay ewe ke yexey yek bigirin. ew wexte şa tika le kurdî eka wazî lê bênê.
herweha efsaney seyr beramber be kurdî egêřnewe, wekû ewe ełên: pyałeyê zehrî xwardotewe û pêy nemirduwe! we le paşa be agirî ’eşq sûtawe.
kurdî bêcge le karwane zorekanî êranî ełên: çuwete «şamCih» û dû carîş çuwete «parîsCih» û tenanet sefaretî «ferenseCih»şî heye.
şa’rekanî kurd be çawêkî berzewe seyrî kurdîyan kirduwe; wekû ewe basî şa’rekanî pêşûy kurd le «şêx řezay tałebanîKes» epirsin, ewîş ełê: eger hemû bihatnayewe dunya, řojê carêk dîdenîm lê ekirdin, bełam le kurdî řojê pênc car.
ḧacî qadrî koyîKes ke basî kurdî eka ełê:
kurdî, ziman û edebyatî farsî çak zanîwe, le ’erebî û turkîşda destî buwe.
leber dûrkewtinewey le kakołekanî qale, zor car nawî şi’ir le dyarî bêganeda kirduwe be «hîcrî», wekû ełê:
takey axir ḧesretî kakołeket penhan bikem
«hîcrî» aşufte dił û kakoł perestî karbe
dîsan ełê:
kurdî pyawêkî bałaberz û kełeget, sûr û sipî, mû řeş û çaw gewre û be heykel buwe. zor gwêy be cilubergî cwan nedawe, bełam zimanî zor xoş buwe. lepaş çend car hatuço kirdin bo taran axir car ke egeřêtewe bo suleymanî leber ewe şeyday ’eşqêkî řasteqîne karî tê kirdibû, nefsî pê hełne’egîra ew erkey berê beřêwe. leber ewe be nexoşîyekî nefsî le sałî «1849»y mîladî le temenî 40 sałîda gyane pakekey da bedest ew ’eşqewe û leşekeşî sipard be dar erxewanekanî «girdî seywan» bo nemamî ’eşq. dûr nîye îsteş le derûnî kûreyekî becoşewe dengî sozî «yaqadir» le gořekeyewe bête derewe!
eger ême bimanewê le şi’rî kurdî bikołînewe, le pêş hemû şitêkda ełêyn: kurdî şa’rêkî fîtrî û şi’rekanî wekû awxiwardinewe wa bûn boy, we zortir efsaney leser ẍeram û ẍezlyat biřandotewe. emaneşî hênawe xistûnyetî naw gułdanêkî wişewe bo ewe ke pyaw gwêy lê bû hem diłî be bonî gułî me’na bigeşêtewe, hem çawî be dîmenî gułdanî wişe řûn bibêtewe.
kurdî ke le beheştî zemanî mindałî der’eçê naw deştî besamî dunyawe, lebatî ewe ke der û jûrî qapî jyanî bipşikinê bo ewe ke lew deşteda koşkêk dirûst bika û be diłnyayî tyaya dabnîşê, ke çî bepêçewaney eme ekewête naw deryayêkî bê peyewe û be her layekda şan û qoł ekutê, temaşa eka her le şwênekey xoydaye! pêy ełên: boç waye û wa ekey? ełê:
meken men’im ke sergerdan û wêłim
be dest ’eşqe zemamî îxtyarim
pêy ełên: bazařî ’eşq bazařêkî besame, pyaw ke çuwe nawyewe heriştêkî pê bê eydořênî û nawîşî eziringê, ewîş ełê:
gelêkî legeł ekołnewe û pêy ełên: hemû ’umrî xotit be xořayî dořand, axir to em ’eşqet leser çîye û boçîye? ełê: řaste,
ke boyan der’ekewê eme beçke biçkoleyekî bê nawe, wa agirî le ’umrî berdawe; lêy epirsin başe, le çe binemałeyeke? ew binemałeye lekwêye? çî leber eka?xûřewştî çone?çon kuřêke û nawî çîye? ke emey gwê lê ebê diłî egeşêtewe û hoşêkî be bera dêtewe û zimanî ekirêtewe û ełê:
temaşa ekey lêreda şořşî ’eşqî kuřêkî newřesî çaw xumarî suxme ał, buwe be serçawey îlhamî şi’rî kurdî, ew kurdîye ke lew deryay bê peyeda tekan eda û ke çî ew hemû hoşêkî lê senduwe. bełam aya em ’eşqe beramber bew kuře ’eşqêkî dîmen peristî buwe, ya sewdayekî hewesřanî? aya ew kesane ke le goşey eşkewtî xwa perestî ya le dûkanî bazařî ’eşq perestîda bermał û kełpostyan řaxsituwe, çî ełên beramber bem karesatey kurdî û beramber bem şořşe ke kurdî be aşkira xistûyete nawewe?
bełê, gumanî têda nîye ke kakołî le xene gîraw û çawî mestî be dest kirdigar cwan kirawî qadir’aẍa buwe bew hêze ke pêy ełên «asîrErebî» û gelê le hewa nazkitre û xoy dawe beser hemû zeřře - gerdêkî - musefabegda. ewîş le tawa ke giryawe firmêskî xwênekey leser zewî û le hewawe, nexşey wişey ’eşqî kêşawe û nawî «qadirKes»y hênawe!. ewende heye eger bêtû ême nefsî ’eşq, nefsî ’aşiq, nefsî me’şûq bixeyne ber ew mekîneye ke xewşî le ałtûn pê cya ekirêtewe, boman der’ekewê ke ’eşqî «kurdî» beramber be «qale» ’eşqêkî dawên pakî buwe, ’eşqêkî xwanasî û felsefî buwe. ’eşqêk nebuwe ke kuřêk diłî le kuřêk çûbêt, ya ew ’eşqe nebuwe ke kuřêk diłî le kiçêk çûbêt; bełkû ’eşqî řasteqîne - eger bûbêt - tenha ew ’eşqe buwe ke leber mangeşewêkî çwardeda le say gerdinî qaleda şerabî serxoşî bixiwatewe bo ewe be gizyêkewe dest bo qale dirêj bika!. bêguman eger em ’eşqe bwaye ney’etwanî biłêt:
bełkû ’aşiq buwe bew dîmene ke ’eksî cwanî kirdigar buwe û le awêney seru bałay qaleda derkewtotewe, ’aşiq buwe bew cemałe ke tozêk buwe le piřtewî cemałî baregay ew xwaye ke be destêkî nihênî gułî endamî qaley dirust kirduwe û kirduye be nimûneyek bo derkewtinî ew gewreyî û desałete ke be hezaran hezar ayatî kewnî û ẍeyre kewnî heye. qale tenha yekêkyane û sozî kurdîş tenha yekêk!. dîsan nîşaneyekî tir bo ewe ke ’eşqî kurdî beramber be qale ’eşqêkî řasteqîne û dawên pak bibuwe, ew bełge mentîqîyeye ke lam waye hemûkes werî egrê: heriştêkî maddî ya me’newî lem gêtîyeda ke to bîgrî be lanî kemewe pêwîste wekû berdî agirdan sê kuçkî bibê: yekem dawaker, dûhem dawakiraw, sêhem meram. we heryek lemane ebê lewane bin ke le şanyana bibê ew îşey xoyan berin beřêwe. to diłit le mêweyek biçêt, ewa to û mêweke herdûktan hebûn, meramekeş - şikandinî arezûy ew mêweyeye - dyare ebêt, ke em duwe hebû sêhemîneke be naçarî ebêt. bełam eger diłit le berdêk çû bo xwardin eme řêk nakewê, çunke ne to lewaneyt berd bixoyt, ne berdîş lewaneye bixurêt bo nehêştinî arezûy birsêtî. witman ewa her hat û kirdite zoremłî berdeket xward, mumkîn nabê carêkî tir bitwanî arezûy berdixiwardin bikeytewe!. dił lêçûnekey mistefabegîş le qale her em babeteye, mistefabeg etwanê diłî le qale biçêt, qaleş lewaneye ke mistefabeg diłî lê biçêt, bełam eger mebest le dił lêçûneke îşî xirape bêt, emeyan řêk nakewêt, çunke siruştî qale bo mistefabeg bo ewe dirust nekirawe. řaste eme ebêt: ke kuřêk diłî le kuřêk biçê bo îşî xirape û dawên pîsî, her ke kirdî ebřêtewe. eger hînekey mistefabegîş bo ewe bwaye, bêcge lewe ke le mawey bîst sałda her eytiwanî bew arezuwe biga, em soze ewende ne’emayewe ke kurdî bixate ew ’alemî eřwaḧewe û becorê tyaya win bibê ke nawî qadrî xawen cîhan be tapoy qadrî çaw cwan bênête meydanewe û biłê:
pirsyarkirdnî firîşte lepaş mirdin û le gořda nebê, emeş înkar nakirê ke kurdî emey zanîwe, çunke ełê: «dîn». herweha ne kurdî û ne ẍeyrî kurdî eweyan bergiwê nekewtuwe ke le dewrî jyanda firîşte bêt û pirsyar bikat kewabû qadrî çaw cwan ew desełatey nîye ke dû firîşte lepaş mirdinî kurdî binêrê bo pirsyarkirdin, belkû ełê: qadrî xawen cîhan - ke dirustî kirdûm - xoy ezanê ke min leser çe rêgeyekim, îtir em pirsyare çîye eyka?!. ca aya ’eşqêkî hewesřanî û arezûperistî etwanê bigate ew payeye ke kurdî bixate kořî felsefe û tesewwifewe ke hezaranî wekû «mi’rî û xyam û minsurFarsî» tyaya meygêř bûn?! ême lêreda boman derkewt ke «kurdî» bû be ’aşiqêkî lahûtî, telî ’atîfey hîç şitêk naybizwênêtewe tenha ew peykere nebê ke le nîgarî qaleda buwe be awêney cîhan nimay kurdî. ca leber ewe xoy leber her tewnêka ke dabnê nebê ya «tan»ekey ya «po»wekey ’eşq bê. kurdî derdedłêkî xoy legeł yarekeyda bas eka ełê:
ełê: dûrîy yarî şîrînim bom bû be zehir û xwardimewe, hîç bezeyîykî pyama nehatewe ke bêt û neyełê ew zehre bixomewe, zor demêke min be dawî ewewe giriftar û birîndarim. ew birîne kuneyem - ke dûrkewtinewey carî pêşûy ewe - hatuwe swê û nehat bo ewe ew hatneym bo bibê be mełḧem. min le daxî dûrîyekey destim kird be ẍemxiwardin û emwîst bigrîm û firmêskî xwênîn hełřêjim, bełam leber ewe ke ẍemîş wekû «zerû» xwênî cigerî xwardibûm herçendim kird diłope xwênêkim çing nekewt bo ewe bîkem be firmêsk.
kem kes twanîwyetî bem core basî xoy û ẍem û yarî bika wekû kurdî kirdûyetî, le paşa eyhênête ser ewe ełê:
lêreda beřastî kurdî westayetî bekar hênawe, yekem leweda: goya ser û kelley - ke şwênî mêşk û tefkîryetî - leber nehatnî yarî weha têkçuwe û pekî kewtuwe wekû toyî boşî cilîtênî lêhatuwe ke goçanî êş û azar be hemû layekda hełî efřênê û hełî esûřênê. ełê : eme zor seyr bû, min emem beserda hat û kelley serim hemû kes yarî pê ekird, ke çî yarim dyar nebû, ke ewîş wekû şořeswaran lenaw zîneke danîşê û goçanêk bigrête kellem. dûhem kurdî bem şi’re yarîyekî şeqên û řimbazî û top bazî - ke lew dewreda le kurdewarî baw buwe û her hî kurd buwe - eyxatewe fîkirî ême. zor nizîke awrûpayyekan yarî «polo»yan le kurdewe wergirtibê.
kurdî lew şi’reyeda ke ełê:
wirdekarîyekî kurdaney seyrî kirduwe, řû ekate yarekey ełê: eger bimken be serpişk bo ewe ke geyştin be to hełgirim û ceḧennem cêgem bê, ya dest le to bişom û beheştim bidenê, pê geyştineketim ewê newek beheşteke!. kurdî em be yar geyştiney ewende be soz dawa kirduwe ełê: newek her ewende ke be dest lêgîrbûneket beḧeştim nawê!. bigre leber to ewende le beḧeşt dûr ekewmewe eger bêtu ceḧennemîş - ew ceḧenneme ke eger tom bwê ebê be cêgem - piř nekirêt le beḧeşt tenanet naçme ewêşewe, newek pêm biłên to ewa çûyte beḧeşt îtir nabê be yar bigeyt!.
«kurdî» sûçî qiseyekî kurdî derxistuwe ke yekêk be yekêk ełê: «debřo ceḧennemit lê piř». kabra tûře ebê, lay waye qiseyekî naşîrînyan pêwtuwe, herçende ewkeseş ke qiseke eka le katî tûřeyîda û bo ewe ełê goya cinêwî edatê, ke çî le ḧeqîqetîşda qiseke le mebestî herdûlayan dûre, çunke «debřo ceḧennemit lê piř» ye’nî biřo ceḧennemit lê piř kirabê be hîç cor cêy toy têda nebêtewe. kewabû me’nay şi’reke ewe nîye wekû hendê kes ełên: «beheşt piř bê le ceḧennem namewê» eger mebestî ewe bê ełê: «cennet piř le cehennim». dîsan em her leber ewe ke be yar biga ełê: newek her beḧeştim nawê, tenanet eger ceḧennemîş bo bibê be beḧeşt ewîşim her nawê tenha to nebê, kewabû kurdî le barî edebyatda zewqî legelê şa’ir beriztir buwe. kurdî her le xaney ’eşqida dîwaxanêkî dirust kirduwe û be biře şi’re berzekey basêkî ahengî ew dewre bo tarîx egêřêtewe. seretakey ekatewe û ełê:
ke dîwexan le kořî meynoşan germ ebêt, mey û meygêř eçne jûrewe, înca be zahîdîş ełê: qapî meyxane û aheng kirawetewe, waz le xaneqa bêne û pêyek bawêjere em dîwewe!. kořman zor xoşe, çawmestî kiławlar be kakołî perîşanyewe, be nazêkew mey egêřê. bêguman gerdûn temaşay ew meye û ew meygêře û ew lêwane eka ke ew meye exwatewe, ełê: her witnî goyndekanman natewe:
le paşa dênêt «barbud» û «eyaz» û «nekîsa» eka be ga û gerdûnî emane, ełê: dîwexanî wa germ «cemşîd» ebê bibê be qapî wanî, kewabû sofî û şêx û zahîd nabê bêne jûrewe. hejarane lêyan peşîman ebêtewe! we axrî şi’rekanî bewe dênêt ełê:
temaşa ekey kurdî lew şi’raneda wêneyekî bezim û ahengî ew řojey suleymanî û kurdewarî egêřêtewe, yeke yeke nawî goyndekan dênê legeł ew goranyaneda, ke ew serdeme baw bûn, le paşîşyan nefsîyetî xoy betewawî der’ebřê. ême lêreda ebê bikewîne ser ew baweře ke eger sozî ’eşqî kurdî nebwaye, neman etwanî agadar bîn beser niqam û mozîqa û çonyetî ahengî zyatir le sed sał lemewpêş tir le kurdewarîda, ke îmřoj em naḧye payeyekî zilî heye le jyanî komełayetîda, dîsan ebê eweş bizanîn ke le sedekanî řaburdûda le gełê şitda şan beşanî qewmekanî tir řoyştûn.
sozî qewmîyet le mistefabegda kirdûyete karê ke nawî şi’rî bika be «kurdî», le taran naw û nîşanî xoy eka bem nîwe şê’re: «aḧmide cid û pidir miḧmud û namim mistifî astFarsî» û eyxate ser neqîmî engusîlekey bo mor. lew şi’raneda ke le wiłatî êran witûnî, ẍezelyatêkî zorî be zimanî farsî heye, bełam destawdest kewtuwe û ko nekirawnetewe. dîwanêkî kemî be zimanî kurdî lelayen «kurdî merîwanî» bewe le çapxaney «daralsilam» le beẍda sałî «1931» bo carî yekem leçap dirawe. bo carî dûhem lelayen gîwî mukiryanîyewe le hewlêr le sałî 1961 çap kirawetewe. dîsan lelayen «seyîdyan» le mehabad çapî kirduwetewe be bê ewe tarîxî leser bê, bełam paş ewey gîwî kewtuwe.