sey yaqo

(1808-1881)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 12 Xulek  1538 Dîtin

bwêjî xoş bêj kelhuřî ziman, melî xeyałî ser le asman, awazî şê’rî tare lew nawe, piştiko û pêşko xemî nemawe, le deştî berînî mayyeştida newaxwanêkî deng zełał, le lapeřey mêjûy kelhuřda nimûneyekî bê hawmał. pałewanî dewrî xoy. namexwanî telaranî xewanînî berzî xoy. aşna be hemû bîrî şa’ran, be aga le hemû řazî edîban, xoş xwan û xoş newa, şořişgêřî bê peřwa. şa’rî berzî em hozeman nawî «yaqo - ye’qûb» û kurî «seyîd weysKes» le sałî «1808» y mîladî le dêy «qemeşeCih» hatote dunyawe. qemeş gundêke le deştî «maydeştCih» le bilûkekanî «kirmaşanCih». xawenî em dastane be pêy ew agadarîyane ke dest ême kewtuwe le binemałeyekî xwêndewar û mîrzay kelhuř buwe. leser peyřewî xwêndinî ew şwêne û ew dewre be mindałî xirawete ber xwêndin. payey xwêndewarî lew cêgeda tenha xo xerîkkirdin buwe be farsî û xet xoşî bo ewe bibê be mîrza. çend sałêk bemcore xerîk buwe, carcarîş bo řewştî mîrzayetî çote kirmaşan. hatuçoy «kirind» û «bêstûn» yişî zor kirduwe, le paşa be îş û firmanî «mame ḧesen xanKes» gelê carîş çote «taranCih». çend carêkîş çuwete «qumCih» û karwanêkî «şîraz» yişî heye.

serdemê ke «gułistanî se’dîKes» û «ḧafzî şîrazîKes» xwênduwe hewesêkî zorî kewtote ser şê’ir, her lew dewrewe wirde wirde destî kirduwe be şê’ir witnewe û tebî’etî le gełya guncawe. înca xoy dawete dîwanî şa’rekanî kelhuř, wekû «aqe»y kuřî «melîk qasim xanKes» û «ełmas xanKes»y kelhuř. le bin dest emeşewe beşwên şê’rî şêwey mukirîşda gerawe û aşnayetî le geła buwe. zorî arezû le řaz û nyazî çîrok buwe. leber eme hemû demê şê’rekanî «xanay qubadîKes» û «mela wełewxanKes»y ḧez lêkirduwe. lêkirduwe. zortir wextî le barî çîrokîda be xwêndinewey kitêbî «xurşîd û xawer, şîrîn û ferhad, baram û gułendam û řostem û zoraw» û em core şitanewe xerîk kirduwe, bo ewe derzî şê’rî řewa’îyan lêwergirê. le pê û şwênî şê’rî ẍeramî şêwey mukirîşda awazey dengî şê’rî «mela xidrî nałîKes» û «ewřeḧman begî salimKes» - ke hawçerxî xoy bûn - gwêy lê buwe û leser řêgey ewanîş řoyştuwe.

bemcore em şa’reman ekewête koşî şê’rewe û «seyîd» eka be nawî şê’rî. hendê carîş her «sey yaqo» buwe. le mîrzayetîşda destêkî bałay buwe le «1831» da ebê be mîrza û şa’rî taybetî «mame ḧesen xan» ḧakmî kelhuř ta mirdin le geł ew û şê’irda pêkewe ebin, ta le. «1881» da le temenî 73 sałîda koçî dwayî eka û termekey ebrêtewe bo awayî «qemeşeCih» û lewê enêjrê û xizmekanî êsteş le mayyeşt be dewrîyewen.

pyawêkî bałaberz û zor estûr nebuwe. çawekanî gewre û biroy piř û lêk cya bûn, lûtî qełemî, dû simêłî qîtî sipî tengyan be gwêçkey hełçinîwe, řîşî top buwe, xułamaney hebuwe, kewa û sełtey řeşî zortir leber kirduwe legeł kułenceda, tepley leser ena legeł mişkî û sirkeyî. swarçak û dest û niqamêkî nayabî buwe, le qisekirdina dengî nêr buwe, qisey řewan buwe, wişey «çinew ewt» y zor bekar hênawe, wate «çon ebê». le nûsîna zor xêra û xetêkî xoşî hebuwe, hemû demê qełemdanêkî zerdî pê buwe, kirdûye be ber piştênekeyda, be qełem qamîş eynûsî, dû miqebayşî kirduwe wekû «fayl» kaẍez û parçe şê’re tazekanî - ke eywitin - eyxistine nawî û legeł xoy eygêřa û eyxiste deste buxçekeyewe ke le dîwaxanî mame ḧesen xan û «zeynul’abdîn xanKes» y biray mame ḧesen xanda da’enîşt be gef û guřêkewe şê’rekanî xoy exwêndewe. le geł eweş ke hawdîwaxanî emane buwe, le barî guzeranda zor amade nebuwe û le ḧałî xoy řazî nebuwe. sey yaqo beriztir şa’rêkî ew dewrey wiłatî «luř» û «kelhuř» buwe. le şêwey şê’rî kelhuřî û mukirîda mamosta buwe. serî kêşawete qapî hemû core witnêkewe: ẍeramî, ayînî û sitayşî dîmenî tebî’it. ême leber ewe hemû dîwanekeyman dest nekewt, nemantiwanî leme zyatir û lem çend biře şê’rey ke lêreda eynûsîn zyatir binûsîn, le geł eweş «mistê nimûney xerwarêke». sey yaqo leber ewe diłxiwazekey karî kirdote hemû řeg û şademarêkî dênê basî gîrodeyî xoy û xoşewîstîyekey ew le diłya û sitayşî bem şê’rane û eka û ełê:

şorê we serim gotge ley mestî çawe
hîç cêge nenîşim meger ey cê ke şerawe
gonat weke mang û dû zułifit weke ’eqrew
herçen ke qemer gîre le ’eqrew çewwişim kare kirawe
şorî diłme ba’îs taw û tewe giryan
me’lûme ke agir sebebe coşeşî awe
ey xał û xete diłbere? ya leyl û nehare?
ya hewrî řeşe perdekeşe řûy ḧetawe?
çaman nigarim we supawe muje maçan:
key leşker xîwen řêj eye wext çepawe?
ûşin ke ẍezalan çeřnî şûre zemîne
pes ahûy min řay çe keley dîde řimawe?
diłber le ẍemit «seydNasnava edebî»y bêçare sere şew
xîwin řîjîye ley dîde ḧeta subiḧ demawe!
«seydNasnava edebî», wekelam, ẍeyr le xetî ebroy diłber
meylim ne wemizgit, nir mîraw û kitawe!

wate: şorêkî wam kewtote ser le mestî em çawane, hîç şwênêk nîye tyaya danîşim tenha ew cêge nebê ke wêney çawî yarmî têda kêşrawe û ewî têda heye. kułimit her wekû mang û herdû zułfekanit herwekû dûpişk - leweda ke lar bûnetewe - herçend ke mangî řûmetit gîrî xwarduwe be dest dûmarekołî zułiftewe, bełam biłêm çî îşe û kirawe û wahatuwe, şořşî diłme bote hoy ewe ke baranî firmêskî giryanekem be taw û be germî eřjê, eme şitêkî řaste ke agir hoy kułan û coşşî awe!, eger agirî ’eşqî to nebê firmêskim bemcore nařjête xwarewe. em xał û xete ke berçawim ekewê, aya eme diłberme? ya şew û řoje? ya xud hewrî řeşe û perdey kêşawete ser řûmetî wekû hetaw? ya çawekanî yarim be leşkirî birjang ełê: ey leşkirî xwênřêj eme key wextî tałane?. ełên askekan beser zewî û deşt û derda esûřênewe û neway şorî sermestî biław ekenewe, eger waye em askey min çon her le dîdey minda kewtuwe û bo hîç layekî tir nařwa?!. diłberim, seyîdî bêçare le ẍemta her le êwarewe xwên le çawî eřjêt heta paş beyan û demedemî nîweřo!. swêndim be kelam - quř’an - bêt, bêcge le xet û xałî diłber, meylim ne le mizgewte bo nwêj û te’at, ne le mîrawî kewsere û ne be kitêbî muḧasebe, hemû şi’ûrêkim lay toye!.

ême natwanîn biłêyn em şê’rane lew peřî berzîyewen, çunke řexneyan lê egîrêt, temaşa ekey le şê’rî dûhema ke ełêt: «gonat weke mang», gona naşubhênrê be mang, gonayek ke sûr bê û mangêk ke sipî bê - ba herdûkîşyan cwan bin -. legeł eweş natwanrê wekû yekyan lê bikirê, bełkû řûmet ekirê be mang ke gonakeşî têdaye, gona ebê bikirê be şitêkî sûr û ał.

dîsan le şê’rî çwarema aya mebestî be xał û xet çîye? eger mebestî řûmet û zułfîyetî, bełê. hemû teşbîhî şê’reke diruste, bełam emeş nebîsrawe ke xał û xet, řûmet û zułf bêt?! ewa xał xałe, xet çîye? eger biłêyn xet řûmete, em řûmete le şê’rekeda bû be kûrey řoj û bû be hetaw bo ewe xał - ke şewe, ya hewrî řeşe - daypoşê. dey ew xałe nebê, çe xałêk bê ke hemû řûmutî dapoşê?!. eger xałêk eme bê ke hemû řûmet dapoşê, eme nabê naw binrête xał, bełkû ebê biłêyn sacêkî řeşî xistote ser řûmetî û hemûy dapoşîwe! eger biłêyn ne, ba xet zułf bê û xał řûmet bê, dyare eme bewlatrewe xirabtir û nařêktire. eweşman le bîr neçê ke le şê’rî heştemîşda xetî kirduwe be biro!. legeł emeşda em şê’rane wenebê le payey sey yaqo kem bikenewe û ya pyaw bixene şikewe le şa’rîyetî sey yaqo, em şê’rane ewe bo ême der’exen çe perdeyek lew dewreda beser şa’rekanî beşî mukiryanda kêşrawe, her ew perdeye ke beser bîr û baweřî şa’rekanî kelhuřîşda kêşrawe, çe hewa û dîmenêk emanî pêgeyanduwe? her ew hewa û dîmene buwe ke telî ’atîfey ewanî bizwandotewe, herweha ewe bo ême der’exen ke emane leher sûçêkî kurdewarîyewe bûbêtin, leşekeyan ba le yek dûr bûbêt, bîr û baweřyan pêkewe besrawe û perwaney yek mom bûn. ca ew mome xał û xet bûbêt ya dîmen û peyker bûbêt, ya bîr û hoşêkî tir.

dîsan sey yaqo le basî badey mey noşî û berberekanêy zahîd û mînberinşînekana wêneyekî tir be corêkî tir dênêtewe nawewe û ew perdey pêşuwe da’edatewe û ełê:

xane beg wew sewt wew qetarewe
’enber wew awaz seday tarewe
eger bwînî, bişnewî we goş
ḧeq peristî wêt mekey feramoş
to her hay le fîr řoje û nimazan
minîş ham le fîr kemen dirazan
to her hay le wîr meḧrab û menber
min her ham le wîr zułf bo ’enber
řay řûba û encîr girtinî le pêş
bawe to gurgî hay le cełd mêş
heryek nameman bigerîm we des
nîkî û bedîman ewt muşexes
ewsa lew dunya xuda şahîden
ḧeq we «sey yaqoNasnava edebî» ya we zahîden?!

wate: «xanebeg» - ke goranî bêjêkî kelhuř buwe - be dengî xoşî awazî «qetar û ełławeysNava taybety» yewe, ’enberîş dîsan deng xoş û tarçîyekî kelhuř buwe, ewîş be deng û awazewe ba tê çirîkênin. eger to bêyt û be çawî xot em bezme bibînî û be gwêy xot gwêt lêbî, ḧeq peristî xotit le fîkir eçêtewe, to satêk le lay emane danenîştûy ta gwê bideyte dengî nałey hera û zuřnay emane!. to her wayt le fîkirî řojû û nwêjewe, minîş her wam le fîkirî kemen dirêjanewe - ke xawenî zułfî dirêjin. to her hayt le bîr kirdinewe le mêḧrab û mînber, minîş her le bîrî zułfî bon ’enberdam. to řêgey řêwî û hencîreket girtuwe - ke eme pendêkî pêşînanî wiłatî kelhuře ełên: «řwa demî wedar hencîr nařes, ûşît xirawe». wate: řêwî demî nagate dar hencîr, ełê xirape - ca emîş ełê: to derdî ew řêwîyet lê hatuwe, babe, to xotit kirduwe be gurg û çûyte pêstî beranewe, bem coreştane řê le merdim têk edeyt. min û to her yekey namey xoman bigrîn be destewe, ew wexte çakî û xirapîman der’ekewê. ew wexte lew dunya xwa xoy ezanê ḧeq belay sey yaqodaye ya belay zahîdda?.

sey yaqo lem şê’raneda xoy nizîk kirdotewe lew kesane ke le aheng û bezmida meygêřn. bew bonewe dest ekate berberekanê kirdinî ew kesane ke xoyanyan be badeyekî tirewe xerîk kirduwe. ełê: min hemû hestêkim kewtote goşey çawî zułf lûlanewe!. le paşa ekewête ’alemêkî tirewe wekû ’alemî felsefe û tesewuf, řû ekate ew kesane ke le jêr perdey ayînda merdim heł’exłetênin û xoyan ser exen. ełê: em řêgeye ke min girtûme, eme baştire, çunke eger zyanî bibê her bo xome, bełam ew řêgey to girtûte çaw beste, xwanasî řasteqîne bewcore nabê, to xwênî merdim emjî, min bonî merdim ekem.

kewabû sey yaqo çon şa’rêkî ẍeřamî bû, her weha nefsîyetêkî felsefî têkław be tesewwifîşî hebû. wadyare le jyanya zortir em dû řêgeyey girtuwe.

«sey yaqo» lem biře şê’reyda zortir şêwey «gawero» y girtuwe. eme nîşaneye bo ewe ke aşnay gelê şêwey kurdî buwe le hemûyana meydandarî kirduwe.

em şa’re zyatir le bîst hezar şê’rî le şwên becêmawe, bełam ta çwarhezarêkî lê ko kirawetewe û boy kirawe be dîwanêk, ewanî tirî serî tyaçuwe. em dîwaneş herwa desxetî mawetewe û ta êste le çap nedrawe û lelay xizmekanyetî.