ḧacî koyî

(1815-1892)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 28 Xulek  1897 Dîtin

pêşřewî berzî binemałey bwêjan le beheştî deştî koda . şayanî şayenî tirazûy řûnakî û diłpakî le koy eda. bîrî ke ko bû lenaw ew şewey ke koye girtibû, tîşkî bibû be řoj û tirazûy xeyałî be koye girtibû, pêşengî karwanî şa’ranî nîştimanî lem dewreda, hemdengî řaberanî xoşxiwanî lem perdeda, estêreyekî geşî mîllet le asmanî kurdizman, bulbulêkî xoş awazî qewmîyet le lalezarî kurdistan taqeswarêkî pîrozî nîştimanî ke le baweřda, felekzedeyekî dest řastigoyî le xawerda, aşna buwe be berzî wiłatî katê ke dû buwe lew merze bê pîre, naşta buwe be basî şêx û zułfî semenbo û dewrê ke tya buwe bew pîre xoş bîre, awazî telî ’atîfey neş’eyek eda be dił, şořşî řawêjî jîraney «hełgurd» exate gił. fîkirî giłopî kareba, xews nezanî la’eba, qisey duřřêkî bê wêne, leser destî nê û bînwêne!.

şa’rî berzî nîştimanî em şwêneman nawî «qadir» y kuřî «eḧmedKes» û daykî «fatmeKes» y nawe. le sałî 1815y mîladî le dêy «gořqerecCih» hatuwete dunyawe, her be mindałî bawkî mirduwe, daykî leber hejarî û bênewayî hełî egrê û eyhênê bo koye. nîşaney zîrekî û wiryayî le nawçawanya dyar buwe, be piştîwanîy aẍakanî koye, daykî le temenî ḧewsałîda eyxate ber xwêndin, lepaşa çuwete feqyetî, dewrî suxteyetî le koye le mizgewtî muftî řabuwarduwe, her le koye gelêkîşî lay mela eḧmedî homergunbetî xwênduwe. be feqyetî çuwete «xoşnaw, hewlêr, serdeşt, sabłaẍ, şino û suleymanîCih». legeł «ḧacî mela ’ebdułłay celîzadeKes» da feqyetîyekî bałekayetîşyan hebuwe, wekû lew kaẍezeda ke be şê’ir le estembułewe boy nûsîwe û eyxate fîkirî û ełê:

be fîkirit dê zemanê çûyne bałk
be pêxawis, ne kewşim bû ne kałek?!

ke xwêndinî feqyetî tewaw eka egeřêtewe bo koye lebin dest «ḧeme’aẍaKes» û aẍekanî tirî koyeda legeł ḧacî mela ’ebdułła pêkewe řay’ebuwêrin. ta le koye buwe legeł bîrubaweřî şêxekana her le çingepřiçêda buwe, ew dest bizêwey kirduweye karê ke aẍekan neyantiwanîwe ta ser çawêrî biken. eme û dîsan lew serdemeda «keyfîKes» cwanřoyî be feqyetî le koye buwe le mizgewtî «ḧacî mela ’umer», keyfî parçeyek buwe le zîrekî û zeyn tîjî, legeł ḧacî qadirda êcgar dostayetîyan xoş buwe. keyfî diłxiwazêkî buwe le koye nawî «heybetî ayşokê» buwe. ser û sewday keyfî û ayşokê le hemû koyeda biław bûbuwewe, eme tozê nawî keyfî ziringandibû. dîsan keyfî legeł «şêx řezay tałebanîKes» da beynyan têk eçê û le řiqî şêx řeza keyfî zemî aẍekanî koye eka. em dû kirdeweye ekene karê ke cêgey pê lêj ebê û îtir natwanê le koye danîşê, şew le nakawêk deşt egrête ber û be corêkî naxoş koye becê dêłê û eçê bo hewlêr, em nemaney keyfî bem corê karêkî zor ekate ser diłî ḧacî qadir, leber kirdewey pêşûyş îtir ewîş koye becê dêłê û eçê beşwên keyfîda le hewlêr eygêřêtewe. lewêwe lepaş maweyek pêkewe be cûte ekewne dołî xoşnawetî û eçne řewandiz, ba edenewe bo naw ’eşretî ḧeyderanî le turkya û le 1854da eçin bo estemuł û ekewne penay bedirxanîyekanewe, keyfîyan xistuwete ḧiqûq ḧacî qadrîş buwe be mamostay kuřekanî «bedirxan paşa». îtir legeł řojgarda le pencebazîda buwe ta sałî 1892 le temenî 77 sałîda her le estemuł koçî dwayî eka û le gořistanî «qerece eḧmed» leberî uskudarda enêjrêt û legeł «nalîKes» da ebin be dû nemamî hełpiřûkawî kurird lewêda..

ḧacî koyî pyawêkî bejin û bała nawincî, beranlût û çaw gewre û genmiřeng buwe, le qisekirdinda xêra buwe, ta tûře nebûbêt zor keyf xoş û qise qut buwe, leser hîçe tûře ebû û zor zûyş hêdî ebuwewe. ta mirdinî jinî nehênawe û kesîşî leşwên becê nemawe, wekû xoy ełê:

her minim êste warîsî ’îsa
bê jin û mał û bê kuř û mawa

ḧacî û koye, qadir û ḧec

aya ḧacî koyî buwe? aya qadir ḧecî kirduwe?

bełê, ḧacî her çende le dêy «gořqerec» hatuwete dunyawe, bełam her le koye gewre buwe û gořeqerecîş le dêhatekanî koyeye. dîsan řewştêkî kurdewarî heye: kurd ke le wiłatî xoy dûr kewtewe û kewte şwênêkî tir ke lêyan pirsî xełkî kiwêyt? nîsbetî xoy eda be şareke, ba le řastîşda xełkî nawşar nebê. eger hatû ew kabraye xełkî gundêk bû lewpeřî sinûrî sine, ya suleymanî, ya koye, le wiłamda ełê: sineyî, ya suleymanîy, ya koyîm. emeyş boye wa eka çunke lew wiłate dûredesteda nawî gundekey ew kes nayzanê, bełam nawî şareke ezanrê. emênêtewe ser basî ḧeceke, emeyan wirdibûneweyemî zorî ewê: em ḧacîye ême wekû basman kird le 1815 hatuwete dunyawe, leber bênewayî daykî hênaye koye, bawkîşî her zû emrê. ’adeten mindał le 7 sałîda exrête ber xwêndin. lew dewreda ta le qutabxane û kitêbe wirdełekan řizgarî ebê be lanîkeweme sê sałêkî pê ewê, her çende zor kem řê kewtuwe ke mindał le de sałîda nêrrabête feqyetî, bełam ba ḧacî çûbê!. dîsan feqê le kurdewarîda ta lê ebêtewe kemtir le de sałî têda namênêtewe. eme ḧakî ’umrî bû be bîst sał. legeł eweda ḧacî be çend sał lepêş eweda ke pê binête bîst sałan şi’rî heye ke nawî şi’rî «ḧacî» bûbêt!. wekû lew karwaneyeda ke çuwe bo sabłaẍ û beser «lacan» da çuwe, lewê çawî be «gułe»y xuşkî qerenî aẍa ekewê, ke egeřêtewe koye ẍezełêkî bo da’enê û basêkî deştî lacan û ew xeymeseraye eka û eyda be «ba» ke boy bigeyenê û le axrî ẍezełekeda ełê:

her lêre heta deştî beheşt ênê lacan
ahêste biřo nek wekû dêwaney herze
ta daxłî xełwet debî emca be wekalet
xakî qedemî maç bike bem taze ke terze
«fî alcimilةErebî» wekû xałî řuxî dulberî «ḧacî»
diłbende desa badî seba heste melerze

eger biłêyn ba ḧacî le dewrî feqyetîda çûbê bo ḧec emeş her girane, çunke feqê le kurdewarîda layan waye xwêndin le hemû ’îbadetêk gewretre, eger ḧec bête ber qapîyekan boy naçin!. le layekî tirîşewe ḧacî wa nebê bawkêkî dewłemendî bûbêt û şitî bo becê hêştibê ta pêwe biçête ḧec, xoyşî leber xwêndin pêy nekirawe kasbî bika û pare peyda ka, seferberîş nebuwe ta be hoy serbazîyewe çûbê bo ḧec...

emênêtewe ke yekêk mîrza qadrî legeł xoy birdibê bo ḧec, ew keseş meger her «ḧacî bekiraẍay ḧewîzîKes» bûbê - çunke her le seretawe ew binemałeye buwe ke çawêrîyan kirduwe - bekiraẍayş be pênc sał lepêş dirustkirdnî mizgewtekeyda le koye çuwe bo ḧec. mizgewtekey le 1840da dirust kirduwe, ke wa bû ḧecekey ekewête 1835. dey lew tarîxeda ḧacî ’umrî le 20 sał zyatir nebuwe û her le feqyetîda buwe, wekû witman ew lepêş em tarîxeda be nawî «ḧacî» yewe şi’rî heye. ke wa bû min leser ew baweředam ke mîrza qadir nawî şi’rî nawe «ḧacî» leber ewe nebuwe ke ḧecî kirduwe, bełkû her be mindałî be ḧacî nawbangî senduwe, leber ewe buwe ke řewştêk le kurdewarîda heye: her minałêk le mangî ḧacîyana bête dunyawe leber pêrozî pêy ełên ḧacî. em řewşte êsteş her mawe zortir le ladêkana. tenanet le hendê şwênîşa ke gewreş bû bew nawewe mêzereyekî sipîş ebestê be serewe. ca mîrza qadrîş leber ewe lew mangeda peyda buwe pêyan wituwe ḧacî, we ḧacî kirduwe be nawî şi’rî. îtir lepaş em tarîxe ḧecî kirdibê yan neykirdibê le mebestî ême der’eçê; legeł eweş dîsan her bełgeyek be destewe nîye ke ḧecî kirdibêt.

ḧacî û şi’ir

şi’rî ḧacî le sê peředa der’ekewê: «ẍeramî, komełayetî, nîştimanî». ḧacî wekû gelêkî tir le şa’ranî kurdewarî le seretawe îlhamî şî’rî le awêney řûmetî perî řuwekanewe wergirtuwe û be dway ewanewe giriftar buwe, boye ełê:

be şestî zułf û řûyî mahî wekû mahî giriftarim
gehê dił gesteyî marim, gehê can xesteyî narim

lenaw emaneşda dyare kuře xeyatêk be dengî perî amêz û řûmetî wekû mang û seyrkirdnî wekû ask û keşufşî wekû ḧacîyewe buwe be şêxî mebestî ḧacî, wekû xoy ełê:

muradî min murîdî xalîse, xeyyatîye karî
perî řeng, mah řû, ahû nigahe, ḧacîye terzî*1*

boye ełêm kuře xeyatêke û kiçe xeyatêk nîye, çunke her lew biře şi’reda ke seretakey «be şestî zułifit û řûyî mahî... hitid» e, seretay agirî şořşeke buwe û ta axrî jyanî legełya mawetewe, le estembuł pêy ełê:

emeş caran nîye qurban le xořa bême ser xwanit*2*
xetit mîhmanîye îmsał nemawe xoşîy parim

ełê: emeş carî caran nîye ke le xomewe bibme mîwanit û bêmhiser xwanî lêwanit, çunke êste xetit dawe û ew xete sewze buwe be mîwanî lêwekanit. le kurdewarîda ke witra xetî dawe yanê simêłî bor kirduwe: simêłîş bo kuře nek bo kiç!.

ca em agire le bazařî ẍeramîyatda nałeyekî becoşî xistuwete diłî ḧacîyewe, dyare em core sozeyş leber ewe buwe ke em şwêne ew tyaya jyawe û ew şitane ke lew şwêneda xwênrawnetewe, eger çak berawird bikirê ebînrê hemûy aławete çawî mest û lêwî ał û gerditî mînawe!. be tebî’etî ḧał em core şwênane û em çeşne xwêndinewane bał ekêşin beser řoḧîyet û nefsîyetî ademîzadda. ḧacî řaste geřawe û řastîşe ke şitî xwênduwetewe, bełam her şwênêk ke çuwe û her şitêk ke xwêndûyetewe hemûy le yek payeda buwe. aya çe cyawazîyek buwe lebeynî koye û suleymanîda? ya lebeynî koye û sabłaxda? aya emane hemûyan yek tel neyanî bizwanduwetewe ke telî xał û xet buwe? bełê, her eme buwe û her emeş buwe ke řaykêşawe bo ewe dîwanî şa’re bêganekan - betaybetî farsekan - bixiwênêtewe û me’nay wişey zil zilî meydanî cengî ewan bibînê û bîxate meydanî ’eşqewe û ’eşqibazî pêwe bika. ca bo eme nimûneyek lew şi’raney lêreda bas ekeyn bo ewe nefsîyetî ḧacîman le seretay jyanewe bo derkewê û bo ewe bizanîn ḧacî pabendî çe core ẍeramêk buwe?:

ke hesta qametî berzî, le ferqî ta wekû erzî
perêşan zułfî sed terzî, be yekda dařja û lerzî
ḧeyay çû çetrî tawus baregakey şe’şe’ey řojîş
kemendî tuhmiten zincîrî dawud, gurzî gûderzî
hełî da zułfî çewganî, kure xurşîdî da ber şeq
lewêda çend melayk bûn semayan kird leser erzî
deqîqeyk bê serî mûyî le zułfî wergeřî derdim
legeł subḧî qyametda deka bê teqye serberzî
seday ya ḧeyî derwêşan le tirsî zułfî piř çînî
le ’îsa ’erseyî gerdûn be teng dê wek kunî derzî
murîdan mest û serxoşin le neş’ey badeyî destî
melayk cumle bê hoşin be nazî çawî piř řemzî
muradî min murîdî xalîse, xeyyatîye karî
perî řeng, mah řû, ahû nigahe, ḧacîye terzî

ḧacî basî yarî xoşewîstî eka û ełê:

dostim ke hestaye ser pê ew bała berzey her le tewqî seryewe tawekû zewî dapoşrabû be zułfî sed core û biław bûbuwewe û eçûnewe be yeka û elerzînewe. ke em bem core ziłfî peřş û biław kirdewe tawus le katêka ke peřekanî kilkî biław ekatewe û eyka be çetir û her yeke le řengê edrewşêtewe, ke biławbûnewey zułfî ewî çawpêkewt le şerma çetrî dayewe yek û kilkî şoř kirdewe!. newek her ewende, bełkû baregay tîşkî řojîş her şermezar bû, çunke ke serî kird tîşkî řengawřengî muwekanî zułfî dostî min her yeke le řengêk edrewşênewe, îtir pêy nekira tîşkî xoy bixate řû û bîhawêjê, naçar pêçayewe!. bewła tirîşewe biřo, em zułfe le layekewe em ketney be tawus û řoj gêřa, le layekî tirîşewe kemendî dilêran û zincîrî dawud û gurzî gûderzî pałewanîş ke temaşayan kird zułfî yarî min be larbûn û peřişbûnewekey le layekewe kewanî dirust kirduwe bo nêçîrkirdinî diłî behêzî ’aşiq, le layekewe beyeka hełçûnekey zincîrî bo bestinewey diłeke dirust kirduwe, le layekî tirîşewe be kełafe bûn û lerzekey gurzêkî bo tirsandinî ew diłe dirust kirduwe, îtir řûyan nebû bêne meydanewe wixoyan binwênin!.

ḧacî westayetîyekî pyawaney le lef û neşirda bekar hênawe, be perêşanbûnî zułfî sed terz ḧeyay tawus û řojî birduwe, be beyekda řijan û lerzînî zułf, ḧeyay kemend û zencîr û zułf!... înca dête ser ewe ełê:

yarim ke serî şekandewe zułfekeşî legełya lerîyewe, lew leraneweda zułfekey wekû goçanî lê hat û destî kird be yarîkirdinî şeqên legeł kurey řojda; kurey řojî kird be top û daye ber şeqî goçan!. ke emey kird çend firîşteyekî wekû hařût û mařût lewê bûn, kewtine ser zewî û destyan kird be semakirdin lepêş emda!. eger bêtu tenya deqîqeyek taqe mûyek leserî zułfî hełgeřêtewe û le şwênî xoy bitrazê, em taqemuwe be cork ’alem eşłejênêt dest eka be şanazîkirdin beser beyanîyekey řojî qyametda, ełê: şiłejan û xiroşanî em ḧeşamate leber hełgeřanewem gelê zyatre lem kobûneweyan le toda!. be hoy hay û hûy derwêşanewe le tirsî çîn çîn û pepkexradnî marî zułfî yarî min em meydanî pan û firawanî gerdûne be corêk le ’îsa teng ebê, wekû kunî derzî lê dê û îtir nazanê bo kwê řaka û çon xoy bigeyenête asman!. murîdan - ke ’aşiqekanî yarî minin - leber badey sozî ’eşqêk ke be destî xoy gêřay hemû lał û pał lê kewtin... newek tenya ’aşiqekan - ke ecsamêkî nefsanîn - bełkû firîştekanîş - ke ecsamî řoḧanîn - ewanîş hemû leber tîrî nazî piř îşarey ew çawe cwananey bê hoşin!. ca aya ezanî min kêm mebeste? min lem dastanemda ew kesem mebeste ke îş û firmanî xeyatîye, hem ’eşqekey wekû derzî dił kun kun eka, hem îşî xoyşî ciluberg dirûne, naw û nîşanî eweye ke řengî le cwanîda wekû perî, řûmetî le řûnakîda wekû mang, lakirdinewey le nazda wekû ask û řewştîşî le xo girangirtinda wekû ḧacî waye... ḧacî le wişey «ḧacî» da cwanî û letafetêkî dirust kirduwe, hem wesfêkî dostî pê kirduwe, hem nawî xoyşî wituwe. temaşa ekey lêreda ḧacî zor be qise nesteqî û ’îbaret řengînî destî kirduwe be xoşxiwanî ẍeramîyat û hatuwe be tanupoy yarda. bełam le kurdîda qiseyek heye ełê: «nan bo nanewa wigoşt bo qesab!». siruştî ḧacî bo ẍeramîyat daneřêjrawe, ḧacî şa’rêkî nîştimanî û bulbulêkî girînokî mełbende, ke her awazeyekî demarêk ebziwênêtewe. bełê le perdey hewełda demî bo ẍeramîyat birduwe, we ke eyxiwênîtewe çawit pê ekewê heta biłêyt cwane û bałaye; ewende heye ewaney seřafî gewhernasin ke lem ẍezele wird ebnewe temaşa eken ew basey le seretawe hênawye legeł axrekeyda yek nagrêtewe, ke ewîş be xeyałî xoy bem paş û pêşe tenya kesêkî mebeste. le seretawe basî zułfî yarî eka ełê: ke hestaye ser pê zułfî perêşan û řengawřengî her le tewqeseryewe daygirtibû ta ser erz - ke pencey pêyetî -. xawenî em core zułfe ebê kiçêkî qed barîkî bała şimşad bê, çunke em zułfe ebê bo kiç bê û le kiç eweşêtewe, ke çî le axrî ẍezelekeyda ełê: mebestî min bem kese yekêke ke îş û karî ew xeyatîye. ew yekeş - wekû le pêşewe bot derkewt - kuřêk bû. dey kuř û em core zułfe hîç zewqêk nayselmênê û le kurdîda boy nawtirê!. ca eger ḧacî pispoř bwaye le ẍeramîyatda tûşî em tenguçełemeye nebû!.

***

ḧacî le dewrî ẍeramîyatda maweyek xoy xerîk eka, lepaş ew perdeye da’edatewe û perdeyekî tir heł’edatewe; temaşa eka lem dîwî em perdeyewe sînemayek îş eka, şirît şirît hałuhewałî komełayetis pîşan eda. em fîkire xeyałîye şi’ûrî ḧacî egořêtewe be şi’ûrêkî tir û telî ’atîfey be awazêkî tir deng edatewe. seyr eka şîrazey îş leber yek hełpiçřawe, her ke bo xoyetî, ewaney ke le karubarî jyanî têkřayîda ser řişteyan girtuwete dest, bêcge le řêy têkdan û te’wîlkirdin, hîç pêşřewîyekî tirban bo merdim nîye, be hezaran îşî dûr le řastî û le dad ekirê û hemûy wekû awî par eřwa, mêgelêkî ademîzad danrawe û çend şwanêkî gurgî bo řagîr kirawe! be nagarî dête ziman û ełê:

qiseyekim heye deykem mełê bê tecrebeye
ba wicûdî ewî nadane lelay wek gemeye
muqtezay ab û heway xakî dyarî řome
ehlî sûtawî meye, bestey awazî neye
ḧakmî řêgrî me’mûreye, qazî dizî řoj
wizra û wikela gurge, ře’yet geleye
zanîy û şarîb û lotî degîrê walî dełê:
berîden parey xoy daye çe ’eybêkî heye
hênde bê qewiłn û xunxiwar û nizîkin le fesad
firsetî bû dekujê ḧeqî biray dînî nîye
bo ře’yet eme em gêře û derekey danawe
zecir û tewbêxî meke, çunkî xetay gay beneye
her le şa ta be geda tûşî yekêkî nabî
lêy bipirsî be ḧeqîqet biłê ceddim emeye
lazme em ẍezele wek ẍezelan bîkene ber
her wekû «ḧacîNasnava edebî», eger şare eger dîhkedeye

bem core basî koyleyî û hejarî merdim egêřêtewe û çonyetî hałuhewałî ew dewreyşiman pîşan eda û lepaşa amojgarîş eka û ełê: bo ewe lem îşe tê bigen, em biře şi’rem leber ken. legeł emeş cwanîyekî tirî be wişey ẍezel kirduwete kar, ełê: hem leberî biken û hem wekû keway parçey ẍezel bîbiřn û bîkene bertan. lepaşa her le barî komełayetîda dête ser berberêkanêkirdinî ’en’enatî dest û dayerey kolke şêxekan. emeyan agirêkî tîjî le diłî ḧacîda kirduwetewe. ḧacî wa nebê řiqî le şixyetî û řasteqîney şêxyetî hatbêtewe, eger wa bwaye piř be dem bangî qutbayetî bo «mewlana xalîdKes» ne’eda û bew hemû îḧtîramewe řûy tê ne’ekird û pêy ne’ewt:

me’denî ’îlim û ’alim û ’amil
qutbî dewran û muřşîdî kamil
her le ewweł cenabî mewlana
neqşibendî řewaqî îllełła

dîsan pêy ne’ewt:

qutbî zemane xalîd wek min buwe aware
bê qedir û qîmet û şan, bê xanman û bê nan

bełkû mebestî le berberekanîyekey legeł şêxekana, şêxyetî ewşêxane buwe ke hemû amancêkyan dunya peristî û merdim hełxiłetandin û dûrkewtineweyan buwe le řêgey ḧeqîqet û ciłewyanyan girtuwe be destewe û řayankêşawin bo çałî hejarî û nexoşî û nezanî. sereřay emeş nawî xoyanyan nawe şêxî destigîr û qutib!

wekû ełê:

ke dîgut pîrî min şêx: min destigîrim
lelam wabû leber cehil û cewanî
ke pîr bûm tê geyştim destî girtim
le kesb û kar û teḧsîlî me’anî
bełê şêx qutbe, emma qutbî aşe
be aw û nî’metî xełqe geřanî
le jin hełde le kołan wek segî har
dełê tê hełde le mîslî seg le xanî
biłê bew ser kizołey kuz periste
be çawî kildiraw û řîşî panî:
ke nef’êkit nebû bo miłk û mîllet
be min çî neqşibendî ya ne, manî

le layekî tirewe be gijyana eçê û ełê: îş be îşe nek be řîşe!:

fa’îdey ger bidaye zîkir û do’a
debuwe qařûn geday ser řêga
herçî bê behreye le kesb û kemał
debye derwêş û margir û ḧemał

dîsan basî mizgewt û gewreyî małî xwa eka û ełê: emane şwênêkin ke pyaw eçête nawyanewe diłî xoy řûbeřûy xwa ekatewe, lew tesfyekirdine eger beřastî nawî xway tyayana bihênrê û beřastî řûy diłî tê bikirê, ekewête ’alemêkî ḧeqîqîyewe, bełam tekye û xaneqakan boçî wa cwan ekirên û leber çî ewende bew core be şan û bałyana eçin? wiłam edatewe û ełê:

şikłî tekye û xaneqahî şêxekan
waqe’en řengîne, emma bo řyan
lem hemû şêx û murîdanî řya
ferdêkî naçête mizgewtî xuda

ca kirdewey em core şêxane ke şîrazîy řêkupêkî îşyan betewawî hełweşandibuwewe, îşêkî wa eka be ḧacî ke kemerî dujminayetîyan legeł bibestê û dest bika be qisekirdin bewaney şêx nîn û wekû gurg çûnete pêstî meřewe!.

***

ḧacî bem core le cergî komełayetîşda hatuçû eka û em perdeyeş da’edatewe. ke kurdewarî becê dêłê, perdey sêyem heł’edatewe û ekewête ’alemî nîştimanî û nîştimanperwerîyewe. lem meydaneda şoxane şořeswarî eka, fîkir û hoşî tamezroyekî tir wer’egrê. amojgarîyekanî ḧacî qadir le barî nîştimanîda payey ḧacî betewawî le ’alemî tefkîr û xeyałberzîda - bepêy ew řojey kurd - der’exa û eygeyenête payey şa’re here nîştimanîye gewrekanî ewrûpa. min lam waye gořanî em perdeye bem core yekem leber dûrkewtinewey wiłat û gořînî ew nawçeye buwe ke ta ew wexte tyaya jyabû, dûhem hełsûkewtkirdnî legeł berey bedirxanîyekana û awxiwardinewey le bîr û baweřî ewan buwe. ca em sozey ta axrî jyanî her legeła mayewe. ḧacî ke eçête estembuł çawî be ’alemêkî tir ekewê, temaşa eka kurdewarî ta ew wexte her xoy be qisey ḧał û xet û î’rab û ḧaşyewe xerîk kirduwe, ke çî qewmekanî tir estêreyan le asmanî ’îlim û pîşesazî û pêşkewtinda be corêkî tir edrewşêtewe, ełê:

şa’ir û şêx û xwace derbederin
le qisey bê netîceda demirin
basî zułfî dirêj û çawî bexew
nebřaye û buwe tiřî xesrew
qeyd û tezîyb û ḧaşye û ay’irab
hemû ba birdî buwete mucî serab

legeł emeda temaşa eka ew qewmey wa be tewawî hemû hoşêkî xistuwete ser emane, qewmêkî hełbijarde û aza û îş lêhatû, wekû basyan bem core eka û ełê:

le gawan û şwanî kurdekan yek
bese bo leşkirêkî sed keřet lek
be fîdayî şwantan ḧatemî tey
be qurbanî sepantan alî bermek
mirîşkî êwe seyyadî şehêne
lekin ’enqa fiřûce ḧacî leklek
şwanî mêgelî êwe le şeřda
wekû qessabe, dujmin mêgelî şek

elê: bełê kurd em azayetîyey heye, bełam ewey ke awî lê lêł kirdûyn eweye ke:

her kurde hemû lebeynî kullî mîllet
bê behre le xwêndin û kîtabet
bêgane le tercemey zimanî
esrarî kitêbî xełkî zanî
yekser ’ulema diruşt û wirdî
hîç neyxiwênduwe dû ḧerfî kurdî

legeł eweş:

ustadî xetin le em syane
wek dê le zimanî xoy nezane

kurd ewende zîreke ke:

mumkîn nîye derbiçê le çingî
ḧetta řeqem û xetî ferengî

nazanim aya pêm nałêyt?:

kurdî axir biłê çîye ’eybî?
her kelamî ḧeqe nîye ’eybî
lefzî kurdî bełê biław nebû gird bû
wa le mabeynî êmeda têçû

aya ewane ke pişt le kurdî ekenewe, eweyan nezanîwe ke:

eger kurdêk qisey babî nezanî
muḧeqqeq daykî ḧîzebabî zanî
were ba bot bikem basî nîhanî
tefennun xoşe ger çakî bizanî
«silaḧ aldînKes» û «nuraldînKes» y kurdî
’ezîzanî cizîr û mûş û wanî
muhelhel erdeşîr û deysimî şêr
qubadî baz û mîrî erdełanî
emane pakyan kurdin nîhayet
leber bê defterî win bûn û fanî
kitêb û defter û tarîx û kaẍez
be kurdî ger binûsraye zimanî
mela û pîr û şêx û padşaman
heta meḧşer dema naw û nîşanî

ḧacî bêcge le derbiřînî şi’ûrêkî qewmîy û bełgeyekî tarîxî, le yekem şi’irda westayetîyekî belaẍet û letafetî merdaneşî nwanduwe. ełê: eger kuře kurdêk zimanî bawkî - ke zimanî kurdîye - neyzanê we ya lêy tê nega, ewe ebê leser ew baweře bêt ke daykî îşî xirapî kirduwe ba cwan cwan bîzanê, herweha eger zimanî bawkî nezanê ebê lay wabê ke bawkî ganî ḧeramî kirduwe û ew le her dû barekeda ebê be zoł!. ca eme ḧusnêke bew kesaney dawe ke gwê naden be zimanî bawik û bapîryan le kurdîda. ḧacî ełê em kurde hejarane le layekewe em derdî bê nûsîn û bê xwêndineweyîye řûy tê kirdûn, le layekî tirîşewe nakokî û dûberekî ewendey tir piştî şikandûn! ke wa bû:

ta řê nekewn qebîlî ekirad
her wa debne xirape abad
enwa’î mîlel gewre ta biçûk
xemłîwe memalîkî wekû bûk
yek bergin û yek ziman û yek řeng
bê ẍeybet û ’eyb û ’ar û bê deng
dunya be tiřan dexon û deyden
her çonê meramyane deyken
her kurdin egerçî pakî merdin
pamałî zemane meḧwî kirdin
her manewe bê newa û mezłûm
wek bûm xirabezar meş’ûm

înca ełê: nazanim aya?

boçî kuřê wa nîye hestête ser pê
bizanê çone ke her kes kewte ser pê?
bika seyrî cerîde û ḧałî mîllet
kitêbî taze û tarîxî dewłet
bizanê ta çî qewmawe le etraf
serapa agire etraf û eknaf
eger karêk neken lem beyneda zû
memalîk katêk zanî le des çû

ke leme ebêtewe piř be dem hawar eka ełê:

coşêk biden wekû heng
tedbîr biken be bêdeng
espabî şeř peyda ken
top û tifeng û hawen..............................
pařanewe û tewekkul lem ’esre pare naka
tîr û do’a û cewşen pîkane ḧîrsî meydan
boçî beşîrî ême ye’nî řesûłî ekirem
hîç ed’yey nezanî, řojê ke deçuwe meydan?

ełê: êwe herwa be nezanî le şwênekey xotan mawnetewe bebê kareyî, ke çî:

ey xerîkî řimûz û řaz û nyaz
ewrûpa fennî geywete î’caz
qulley «îvil» y le eflake
’eksî ew gerdûşî lejêr xake

ḧacî bem core le wiłatêkî bêganeda pê enête meydanî nîştimanîyewe û be fîkirêkî wirdewe derdedłî hejarî û perêşanî kurdan heł’eřêjê û eygeyenêtewe wiłatekey û be hawxiwênekanî û be çawî piř le firmêskewe xoyşî le dûrewe temaşayan eka!...

ḧacî şi’rî le gelê şwênda perit û biław buwetewe, leber ewe betewawî ko nekirawetewe. betaybetî şi’rekanî estembułî ke beriztir şi’rî gelêkî kurdî bûn - zor kemî lê kewtûnewe kurdewarî. tenanet dîwanêkî nayabî kewtibuwe lay «’ibdalirzaq big bidirxanKes» le estemuł bo ewe le çap bidrê, ke «’ibdalirzaq» beg le layen îtîḧadîyekanewe gîra û xinkênra dîwanekeş lenaw şitumekekanya sûtênra.

bełam wêneyekî destinûsî ew dêwane lelay «ḧemîde xanim»Kes naw - ke le berey bedirxanîyekane - heye û nusxeyekîşî kewtuwete lay meḧamî «muḧemmed mîhrî» her le estemuł. emane lewê mawnetewe. lem wiłateşda hendê şi’rî le layen «’ebdiwalirḧimin si’îdKes» ewe ko kirayewe û le sałî 1925y mîladî le çapxaney «daralsilam» le beẍda bo carî yekem le çap dirawe. bełam gelê şi’rî tirî ḧacî heye her lem wiłateda leber ewe wextî xoy çing nekewtuwe eweş nexrawete em dîwanewe. ḧacî wekû şa’rêkî kurdî buwe, le şi’rî farsî û ’erebî û turkîşda kemtir nebuwe le kuřî ew zemane û be hemûyan şi’rî berz û bałay heye. le sałî 1953da dîwanekey le layen gîwî mukiryanîyewe le hewlêr le çapxaney kurdistan bo carî dûhem le çap dirawetewe, em çapey zyatre le çapî yekem. dîsan bo carî sêyem her gîw le çapxaney hewlêr le 1969 le çapî dawetewe. herweha muḧemmedî mela kerîm lêkołîneweyekî le hendê le şi’rekanî kirduwe û le sałî 1960 le çapxaney «alincaḧ» le beẍda le çapî dawe.