wek çetrî serî şahîye qubbey serî berze

pênc xiştekî leser ẍezelî ḧacî qadrî koyî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 3 Xulek  545 Dîtin
wek çetrî serî şahîye qubbey serî berze
wek çerxî muqernes le sema ta wekû erze
wek gunbedî mînaye direxşan hemû leḧze
em xeyme ke şemsî bey şahnişehî erze
ta çadrî nîlî serî ser tepłekî berze
wek ’arîzî xubane be serya ’ereq û nim
barîwe leser bergî gułî qetreyî şewnim
saf û sipî wek subḧî qyamet be terenum
seqfî wekû gerdûne şikafî wekû encum
perdey wekû edwarî sema etłesî sewze
bo seyrî temaşaye dił û can le cinûn da
wek nuqteye dił êste lenar ḧelqeyî nûnda
ḧesret le diłî serûy suhî da le sitûda
herwek elfî cane sitûnî le sikûnda
nek tabî’î ẍeyrî muteḧeřîk wekû hemze
qurbanî serî tepłekî bî mesnedî şahî
wek xałî řuxî dulbere qubbey be syahî
bo berzî û nizmî le mehe ta wekû mahî
ettabî weku tûlî emel la mutenahî
ewtadî wekû kêwî uḧd merkezî feyze
ecwafî minewwer be qenadîl be çep û řast
etrafî wekû deştî xeta guł be çep û řast
eknafî hemû saẍîrî piř muł be çep û řast
ewsafî wekû xettî cedawil be çep û řast
wek marî mutelem ke telîsî serî kenze
lem gułşene em cennete piř lale û sunbul
şahî çemen araye be cîlwey řuxî xoy guł
bulbul le fuẍanaye eka em çił û ew çił
lay jûrûy semen, nêwenî guł, damenî sunbul
em sûret û me’naye dûsed cennetî neẍze
nabête mela herkesî mendîlê leser nê
se’î ebê eẍmas le dił û xwênî ciger nê
nałey diłî bilbil wekû tîr pê le eser nê
em new’e gułe heł ekewê carê le qernê
nek wek gułî bazarîye daym hemû leḧze
lem ke’beye binware çe xoş menzere ḧacî
sabît wekû berdî ḧecer yeksere ḧacî
tewfî bike, maçî bike, to sê sere ḧacî
fî alcimle wekû xałî lebî dulbere ḧacî
dił bende, desa yadî seba hełse melerze
lem řêgeye ser ke be qedem «kan wima kanErebî»
satêkî meweste be zyaret be dił û can
ey peykî seba nameberî ’aşîqî bê can
her lêre heta deştî beheşt ayînî lacan
ahsite biřo nek wek dêwaney herze
em řêgey hîcrane fetiḧ ke be ’ecalet
herçende wekîlî biřo emma be esalet
ta nîwe řêga eřoy emca be xecalet
ta daxłî xełwet ebî emma be wekalet
xakî qedemî maç bike bem terze ke terze
wek pîrî lepê kewtû ke eřwa be felaket
bo feyzî ḧizûrî be edeb bigre ’esaket
lem feyze ebestîn min û to ’eqid û şeraket
me’zûn be emendeş wekû ahim be nezaket
ladey serî zułfî ne weku bîxeye lerze
em xeyme ke aramgehî yare weku dił
guł îsim,guł endam,guł ecsam wisefa guł
bo ew gułe «xadîmNasnava edebî» wekû «ḧacîKes» bibe bulbul
wesfî çe bikem nêwenî guł damenî sunbul
şayste sena xwanî bikem herweku ferze