ey xalqî dû ’alem penhan û aşkarî

pênc xiştekî leser ẍezelî ḧacî qadrî koyî
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  594 Dîtin
ey xalqî dû ’alem penhan û aşkarî
serdarî serweranî bê maye mayedarî
kemtir ẍołamî derget şahanî tacdarî
ey bê nezîr û hemta her toy ke berqerarî
bê dar û bê dyarî bêdar û payedarî
şîrînî bexşî mîwey eşcarî baẍekanî
bê kołeke û wasîte řagrî asmanî
bo dostanî muxlîs mu’nîsî qelb û canî
bo baẍî merdî baẍî sermayeyî xezanî
bo mezre’ey feqîran sermayeyî beharî
eḧmed hetîwî bê bab kirdit be şahî e’zem
bê mekteb û mu’ellîm le ’îlmî to bû e’lem
bê tacî padşahî tacî şehanî e’zem
to padşa nîşanî bo her sewday e’zem
bê sedir şanşînî bê perde perdedarî
cebbarî piř ’edalet qehharî her ẍirûrî
settarî her gunahî bo mucrîman ẍefûrî
bo sabîran sebûrî bo şakîran şekûrî
xellaqî bê fitûrî sułtanî bê qisûrî
řezzaqî mar û mûrî awdêrî dême karî
bo fewtî dujminanit mêşûle ceyşî toye
bo zewqî dostanit mî’race ’eyşî toye
řûyî zemîn seraser yek def’e ferşî toye
feyrûze textî gerdûn mesnû’î neqşî toye
yaqût û le’lî toye estêrekan durarî
bê mał û małdarî, darayî dû cîhanî
naw û nîşanî toye bê naw û bê nîşanî
lem nukteye ke nûsîm xamem şika zubanî
cê û mekanî toye bê cê û bê mekanî
leyl û neharî toye bê leyl û bê neharî
settar û ’eyb poşî bo ’eyb û ’arî ’alem
me’lûmî ’îlmî toye esrar û karî ’alem
her lutfî toye ba’îs bo řistigarî ’alem
her emrî to medare bo karubarî ’alem
herçend bê wezîrî bî sedir û karubarî
meẍrûrî ḧusnî to bû yusif ke kewte zîndan
bebonî ew řoşin bû dû çawî pîrî ken’an
sûtandî nûrî to tûr şêwandî îbnî ’îmran
seḧra newerde şewqit xurşîde mahî taban
dû carîye şew û řoj bê meḧmel wi’emarî
mediḧit kira be tazî hem farsîye û kurdî
meddaḧekan be zorî heryek le neslî kurdî
«xadîmNasnava edebî» leber te’esub texmîsî kird be kurdî
me’lûme boçî «ḧacîKes» mediḧit eka be kurdî
takes nełê be kurdî nekirawe medḧî barî