nesîmî subḧidem neş’ey le bo řûyî gułan ba bê

pênc xiştekî leser ẍezełî tayer begî caf
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  800 Dîtin
nesîmî subḧidem neş’ey le bo řûyî gułan ba bê
sedayî çehçey bilbil leser bergî çiłan ba bê
demêke mat û xamoşin sedayî ’aşîqan ba bê
çemen yekbare xamoşe sedayî bulbulan ba bê
dił îmřo mat û bê hoşe xuda fesłî gułan babê
eger meylit hebê bo min cehennem baẍî řîzwane
bebê to cennetim nawê seraser sozî nîrane
demî «yiḧî mutîErebî» xendeyekit mayey cane
eger meylit lesermane çe ḧacet awî ḧeywane
le le’lî lêwî canane ḧeyatî cawîdan babê
le kulbem da debarênim le çawim eşkî xwênînim
le dûrî yusfî gum bû kewa min zar û ẍemgînim
desa ey karwan kwa pîrehen ta satê bîbînim?
tewawe ḧałetî jînim le dest çû řoḧî şîrînim
řefîqan bên biken şînim seday girye û fuẍan babê
eger çî kûçe kûçe derbeder bê maye û řûtim
tereḧûm carê bo nakey hetîwî dergehî xotim?
le çahî ẍebẍebta herweku harût û marûtim
esîrî tarî gêsûtim hîlakî çawî cadûtim
şehîdî tîẍî ebrotim desa ’îsay zeman babê
le ẍemze û nazî çawî mestî herwek nergisî şehla
zemîn û asman piřbû le şor û ah û waweyla
le şorî ’eşqî mewla bû şika wa qîmetî leyla
bîḧemdîlla gułî ře’na şikandî řewneqî leyla
biłên mecnûnekey şeyda ře’îsî ’aşîqan babê
were zahîd eto û xaneqa û tesbîḧî sed dane
min û me’şûq û saqî û mutrîb û ahengî meyxane
řyakarî nîye lêre meqamî bezmî mestane
zemanî bezmî řendane bidey saqî to peymane
leber te’zîmî meyxane biłên pîrî muẍan babê
legwêma dê le meyxane sedayî bangî noşa noş
exo «xadîmNasnava edebî» be yadî badeyî saqî demê bixroş
ela ey bulbulî bêçare takey matî û xamoş
ela ey ’aşiqî medhoş weku «tahîrKes» mebe xamoş
leber sozey diłî piřcoş xiroşî bilbilan babê