diłêkim bû ewîşim wa be naz û ’îşweyî to da

pênc xiştekî leser ẍezelî «salim» ’ebdulřeḧman beg
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  547 Dîtin
diłêkim bû ewîşim wa be naz û ’îşweyî to da
teme’ bo dane çînî bû le xet û xałî hînduda
guriftare ewa êsta le ḧelqey tuřřeyî mûda
ḧikayet xwane tûtî dił be dewrî dawî gêsûda
mezenne ’eksî xoy dîwe le naw ayîney řûda
demêke dił le hîcrana desûtê wa le mîḧnet da
hemû dîn û îmanî xoy be’îşwe winazu xendet
meraqî maçî lêwit bû ẍerez bo kuştinî net da
lebit bo darûy cê nêşî marî zułfeket net da
heta mirdin be ḧesret babdem destim be zanoda
weku bulbul beşadî be tewafî guł le newroza
temabû damenî bigirim weku guł řûy efruza
ẍezeb alûde bû lerzî leqehra çawî ałoza
temabû ḧelqe kem destim be qeddî zułfî ałoza
nîhan bû metłebim wa kewte seryek mû beser mûda
dûta bû piştî wek elfim le ḧesret ebroyî dalit
bexwênî xom tełebkarim be maçî lêwekey ałit
be bêhoşî û sermestî lebadey çawekey kałit
tełebkarim bida řutbem be damen boseyî xałit
şehnişahî ke şahî kîşwerî řomî be hîndu da
diłim wek şane bo zułifit be da’îm aşnan herdû
legeł badî seba her yek qedîm û meḧremin her dû
le bonî zułifta qet naxewn wek zahîdin herdû
le sîdqim şanew badî seba hem şahîdin herdû
ẍubarî tuřřeyî mîşkînî to nafey be ahû da
beyek nuqte degořê (zeḧmet) û (řeḧmet) gelê ziddin
diłê ’aşîq le hîcrana legeł ’uşret gelê ziddin
gułî řûy to ełê «xadîmNasnava edebî» legeł cennet gelê ziddin
be’ehdî dîdeyî baza dił û sîḧet gelê ziddin
be salimKes key emênê baz eger çingî le têhûda?