le mî’racî tecarubda xîred wa geywete kêwan
pênc xiştekî leser ẍezełêkî mîrza marf
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
3 Xulek
706 Dîtin
le mî’racî tecarubda xîred wa geywete kêwan
ẍem û şadî ezanê leḧzeyeke dê beser însan
be nirxêkin le bazařî huner giryan û hem xendan
nefis dêt û deçê lay pyawî dana her wekû yek wan
çe qaqay pêkenîn bêt û çe piřmey ḧesret û giryan
esasî ’aryey dunya mîsalî perdeye bo řûm
’eceb mawim eçim bo kwê le ewweł da le kwê hatûm
be çoganî qeza embat û emhênê qeder wek gûm
be quřgî piř le giryan û be řût û qûtî wek hatûm
be’eynî şit eřom ger bişmibe şahnişehî dewran
lejêr perdey ḧeqîqet da direxşane cemałî ’eqił
le burcî asman ’îlim eda pirte û hîlalî ’eqił
lejengî cehil dûre cewherî têẍî celalî ’eqił
le’azarû sirûrî ’arîzî dûre kemałî ’eqił
lelay yeksane bezmî meclîs ara û goşeyî zîndan
demê lade le řêgey keç were ser cade ey sofî
le me’na dîqetê bigre le madde lade ey sofî
diłit řoşin ke to satê be nûrî bade ey sofî
le tezwîr û řyay mîḧrab û minber lade ey sofî
silûkî saḧey dił ke egeyte menzîley ’îrfan
be zumrey ’aşîqan zanîm ke zahîd pendî pê dawin
çe pendê bendî meḧkem bû ke wa bo pendî pê dawin
nesîḧet kełkî çî egrê ewan gîrawî bê dawin
le řêy řastî miḧebbet da řeqîb û dûrî bê nawin
byabanêkî małamałî wesłe meclîsî řendan
newek bilbil leser çil her ẍezel xwane şî’arî ’eşq
ne haware, ne nałîne, ne giryane, şî’arî ’eşq
beçakî pêt biłêm herkarî merdane şî’arî ’eşq
bebê dengî weku perwane sûtane şî’arî ’eşq
beser çû dengî ax û of û şîwen û giryan
esasî parsayî bê meḧebbet peşme ey zahîd
eto mizgewt û min meyxane û mey besme ey zahîd
ezanî ’eşqî dulber bo leser min xetme ey zahîd
ke îdrakî ḧeqîqet zînet arayî diłme ey zahîd
ne tirsî dozexim laye, ne hîway řewzeyî řîzwan
demêke bo miḧebbet her ełêm terkî jyanit ke
be sûtanî le ’eşqa terkî teqrîr û beyanit ke
keçî êsta ełêm penhanî esrarî nîhanit ke
lemane lade mîrza peyřewî ehlî zimanit ke
zemanêke ke řenge wa biřoy pêşt biłên ḧeywan
ḧedîse ekserî ehlî eblehan marfKes
le qîl û qal û danş musterîḧin cahîlan marf
be ḧeyranî aga «xadîmNasnava edebî» be kuyî dulberan marf
be nadanî nebê nageyte bezmî gułřuxan marf
le cennetda der ekirêyt ger bibîte adem û însan